Sabrî Ok: Em ê sebir nekin; bila derhal rêya Îmraliyê bê vekirin!

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok hişyarî da û got, "Rewşa Rêber Apo çi ye? Em vê rewşê normal û ji rêzê nabînin. Eger bi vî rengî bidome, dibe ku îlana şerekî bênavber bê kirin. Gelê Kurd wê bi sebir tevnegere."

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Rewşa Rêber Apo çi ye? Em vê rewşê normal û ji rêzê nabînin. Eger bi vî rengî bidome, dibe ku îlana şerekî bênavber bê kirin. Gelê Kurd wê bi sebir tevnegere." Ok xwest hevdîtina bi Ocalan re derhal pêk were û bang li gelan û hêzên demokratîk kir ku ji bo Ocalan seferber bibin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bû mêvanê bernameya "Rojeva Welat" a Stêrk TV û bersiv da pirsên rojnamevan M. Emîn Yildirim.

Duyemîn salvegera 73. Fermana Êzîdiyan e. Du sal di ser vê fermanê re derbas dibin. Rewşa Şengalê niha çi ye û ji bo Êzîdî careke din rastî komkujiyê neyên divê çi bê kirin?

Du sal beriya vê ji bo gelê me yê Êzîdî esas ji bo mirovahiyê rojek reş bû. Fermanek bêexlaq û hovîtî li ser gelê me yê Êzîdî pêk hat. Bi hezaran gelê me yê Êzîdî jin, zarok, pîr, pîremêr hatin kuştin, şehîd xistin. Dîsa bi hezaran jin û zarok hatin revandin û hîn jî jinên Êzîdî li bazaran bi destê çeteyên DAÎŞ’ê tên firotin. Du sal beriya vê kesekî pirr texmîn nedikir, hema ji nişka ve piştî Mûsilê ev ferman û komkujî û êrîş li ser Şengalê û gelê me yê Êzîdî pêk bê. Wexta nîşaneyên wê hatin dîtin hereketa me hewl da hinek tedbîr bigire û amadekariyê bike. Ji bo vê ji hereketa KDP’ê re, Yekîtî re got “xeteriyên DAÎŞ’ê li ser Kurdistanê heye. Em weke hereketa PKK’ê û hêzên parastina Kurdistanê HPG û şervanên Kurdistanê amade ne. Em gelê xwe biparêzin û bi hev re li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe bidin û Kurdistanê biparêzin.” Lê wexta piştî Mûsilê êrîş ji nişka ve bi ser Şengalê de hat. Em naxwazin dubare bînin ziman, lê weke siyaseta KDP’ê bû. Hêzên xwe paşve kişandin, gelê me yê Êzîdî bêparastin ma. Hewldanên wan weke xwezayî xwe biparêzin, çekên xwe bigirin destê xwe, ev bi xwe jî ji aliyê KDP’ê ve hat qedexekirin. Hemû hêzên xwe kişandin, li ber çavên mirovahiyê civakek careke din bi Fermana 73’yana dihat xwestin bê tunekirin û dîsa komkujiyek li ser pêk bê. Gelê me yê Êzîdî bêparastin mabû. Tînî û birçîbûn, ji bo mirov jiyana xwe berdewam bike tiştek tunebû. Dîrok ev nivîsî. Heqîqetek û rastiyek e. Tenê grûbek YPG’ê ji rojavayê Kurdistanê bi ruhekî fedaî heqeten korîdorek vekir. Ev ji bo hin kesan xeyalek bû ku pêk neyê. Lê ew grûba gerîla ew korîdor vekir, herî kêm civaka me bikaribe xwe biparêze. Wê wextê çavên dinyê hinekî vebû, ew ferman û komkujiya li ser gelê me yê Êzîdî hinekî hat dîtin. Ji wê vir de jî tê zanîn berxwedan bênavber dewam e. Piştî bedelên pirr mezin hatin dayîn û berxwedana hat dayîn bêguman em pê kêfxweş in ku ji bo gelê me yê Êzîdî weke pîrozbahî dibînin îro Şengal rizgar e. Gelê me yê Êzîdî xwe rêxistin kir. Ji aliyê siyasî di asta partî de xwe rêxistin kir, ji aliyê leşkerî bi hêzên YBŞ û YBŞ Jin bi tevahî civak xwe bi rêxistin kir ku bikaribe biparêze. Êzîdî di vê noqteyê de mafdar in, ji dîrokê vir de hertim bi tena sere xwe mane. Mafê wan heye ku her tiştî bi guman bigirin dest. Herî dawîn li Kurdistanê ewqas rêxistin, pêşketin û hêz lê dîsa jî li hemberî êrîşa DAÎŞ tenê man. Mafê wan ê xwezayî ye ku bikaribe careke din ji bo fermanên wisa pêk neyên xwe biparêzin. Mirov pê kêfxweş e ku gihîştine astekê hem di milê leşkerî de hem jî di milê siyasî de. Jixwe xweseriya xwe û îradeya xwe ya demokratîk îlan kirine. Mirovahî û hemû rêxistinên kurd divê ji vê re rêzê diyar bikin. Yên ku heta niha nikarîbûn gelê Êzîdî biparêzin herî kêm eger gelê me yê Êzîdî hewl dide xwe bi rêxistin dike û ji vir û şûnde bikaribe xwe biparêze, ji vê rastiyê re rêzê diyar bikin. Tu sedem tune ku bi guman nêz bibin. Yan jî gelê me Êzîdî wexta xwe biparêze û xwe bi rêxistin bike di vê de xeteriyekê bibînin. Berovajî wê bi vê kêfxweş bin, serbilind bin, moral û coş jê bigirin ku civaka Êzîdî ji dîrokê vir de cara yekem dikare xwe biparêze, xwe bi rêxistin bike û xweseriya xwe û îradeya gelê xwe bi şêwazekî demokratîk bi rêve bibe û bijî. Îro gihîştiye vê astê, gavek û asteke pirr muhîm e. Lê gelê me yê Êzîdî derveyî îradeya xwe, li hemberî van komkujî û qirkirinê reviyan û koçber bûn. Li Bakur, Başûr, Rojava, milê Tirkiyê û hinekan berê xwe dan Ewropayê, lê divê  êdî vegerin axa xwe ya azad û pîroz. Bedelên pirr mezin hatin dayîn lê statuyek xweser hat îlankirin. Îro ji xwe bawer in ku bikarin xwe biparêzin, em jî di wê baweriyê de ne. Gelê me Êzîdî careke din berê xwe bidin Şengalê, bere xwe bidin axa xwe ya azad Êzdîxanê. Bi ruhekî serkeftî, azad û demokratîk bikaribe jiyana xwe bi awayekî azad bi rêxistin bike û bidomîne.

Li Tirkiyeyê di ser 15’ê Tîrmehê teşebûsa darbeyê 20 roj derbas bûn. Lê hîn jî bi her awayî di rojevê de ye; axaftin, nirxandin û şîroveyên li ser darbeyê weke roja destpêkê germ e. Ji 15’ê Tîrmehê pêde Tirkiye ketiye pêvajoyeke çawa?

Piştî 15’ê Tîrmehê bêguman rewş û rojevek nû li Tirkiyê çêbû. Ev rastiyek e. Esas dîroka Komara Tirkiyê wexta mirov dide berçavan ev darbe ne tiştekî nû ye, weke çandeke komara Tirkiyê serê deh salan carekê bi şêwazekî car car weke 28’ê Sibatê ku postmodern lê bi piranî darbeyên wisa pêk hatine. Tu sedem tunebû ku ji demekê vir de darbe pêk bê. Çima ku AKP bi zihniyeta faşîzan û şovenîst, dîsa bi operasyon û şerê xwe yê bêexlaq û bêqûral, bersiva wê ya ji bo hêzên têkoşîna demokratîk û azad bi awayekî faşîzan, desthilatdariyek leşkerî bersiv dida. Tu valatî di milê wan de tune bû. Ev darbe çi ye? Hat dîtin ku ev darbe çend lingên wê hene. Ev rastiyek e. Rastiya yekemîn, darbe ne li ser pêwîstî û eksena demokratîkbûna Tirkiyê yan jî bersivbûna civaka azadîxwaz, yan jî pirsgirêka kurd çareser bikin. Ji serî heta binî ji vê dûr e. Em vê daynin aliyekî. Ev darbe yek sedem desthilatiya Erdogan, AKP’a faşîzan û yekdest derveyî xwe kes nedîtin û rastûrast dîktatoryal siyasetek dimeşand hebû. Ev yek sedema vê darbeyê bû. Ev darbe weke têkoşînek navxweyî bû, ev rastiyek bû. AKP, Gulen û Erdogan di hembêza hev de mezin bûn. Bi hevdû re li dijî gelê kurd û li dijî hêzên demokratîk û azadîxwaz têkoşîn dan, zext  û operasyon meşandin. Bi sedan mirov şehîd xistin û avêtin zindanê. Bi hev re bûn desthilat û desthilatî di nava xwe de parve kirin. Ji aliyê burokrasî, dad, siyaset, aborî de ji pirr aliyan ve AKP, Erdogan û Gulen bi temamî ji vê desthilatiyê îstifade kirin. Di milê aborî de, weke çandeke diziyê li ser Tirkiyê pêşxistin, berjewendiyên xwe pêşxistin. Ne tenê têra malbata wan a îro. Çend nifş, kurê wan jî îdare bike wisa dewlemend bûn. Li ser civaka Tirkiyê ya feqîr û li ser gelê kurd. Lê zihniyet û rastiya desthilatiyê de tiştek heye ku sînor nas nake. Ew ê her bixwazin hîn pirtir bibe desthilat, hîn pirtir rengê xwe pêş bixe û diyar bike. Wexta gihîşt vê astê li ser hinek mijaran li hev nekirin. Erdogan û AKP got zêdetir û pirtir ez, desthilatî û berjewendiyên xwe bi rêxistin bikim. Fethullah Gulen jî got di nava leşkerî, emniyet, burokrasî, dad, zanîngeh û siyasetê de ez bi hêz im, min xwe bi rêxistin kiriye û dixwazim di desthilatiyê de hîn zêde xwedî rol bim. Ez jî hîn zêde berjewendiyên xwe bi rêxistin bikim. Di vê noqteyê de li hev nekirin. Ji demekê vir de ye nakokiyên wan çêbûn. Di hembêza hev de mezin bûn, di hembêza hevdû de li dijî gelê kurd ketin nava şerekî. Lê wexta di asta jor de kî di desthilatiyê de xwedî rol be hatin beranberî hev û nakokî derketin. Yek din jî diyar e ku ji siyaseta Erdogan û AKP’ê siyaseta navneteweyî ne razî ye. Taybet ji kesayeta Erdogan ne razî ye. Bertek hene ji bo wî. Kesekî weke faşîzan û derveyî xwe kesekî nas nake. Siyaseta giştî dide aliyekî û xwe weke alternatîf dibîne. Taybet ew zihniyeta dagirker li ser Rojhilata Navîn, ew çanda Osmanî ji vir de careke din û taybet li ser mezhebî bi rêxistin bike. Şerê mezheban hîn giş bike. Bi giştî sekna Erdogan û AKP’ê yanî siyaseta wan li ser siyaseta navneteweyî xeteriyek yan jî nerazîbûnek hebû ji bo wan. Dibe ku lingekî darbe li derve be. Îro eşkere tê gotin ku Amerîka di vir de çiqas xwedî rol e. Wexta mirov bi giştî difikire, mirov nikare bêje Amerîka rêxistin û hebûna wan li ser Tirkiyê taybet jî Încîrlîk û civînên darbeyê piranî li Încîrlîkê pêk hatine. Mirov nikare bêje Amerîka ne agahdar bû yan jî nedizanî yan jî rola wan di darbeyê de çiqas e, ev mijarek e divê bê fêmkirine. Lê diyar e ku tiştek heye. Karakterek siyaseta hegemonîk heye çawa ku pirsgirêk, alozî û krîz derxe. Piştre jî bibe xwedî rol û wê krîzê îdare bike. Sankî xwest ne darbe bi ser bikeve ne jî xwest Erdogan weke berê xwedî hêz bê, hertim pozbilind be û li hemberî her kesî bêje ez jî heme, weke alternatîfekê xwe diyar bike. Xwestin hinek îradeya AKP’ê bê şikandin, an jî pozê wê li erdê bixin. Hat xwestin ku Fethullah Gulen jî ne tenê xwedî hêz be û bibe desthilat. Sankî hat îdarekirin, wisa texmîn dikim. Îro jî mirov wexta mêze dike, hut huta Erdogan em daynin aliyekî ji aliyê siyasî, îdarî, aborî, siyaseta Rojhilata Navîn û leşkerî dewleta Tirkiyê beriya 15’ê Tîrmehê zêdetir hîn xwe mahçûp û xwe mecbûrî Amerîka, NATO û hêzên navneteweyî ew ê bibîne. Ev rastiyek e. Ya din demagojî ye, ez di vê qenatê de me. Fethullah Gulen jî pirtir mecbûr e xwe bavêje hembêza hin rêxistin, dewlet yan jî Amerîka û kesên navneteweyî. Her du jî hêza wan hat şikandin yan jî rastiyek ji wan re hat diyarkirin. Her du jî xwe mecbûr dibînin ku xwe nêzî hin kesan bibînin. Rast e, Erdogan îro dengê xwe bilind dike li hemberî Amerîka û Ewropa jî. Ez dîsa dubare dikim ev demagojiyek e. Binve binve tawîzên ku AKP bidin ew ê hebe. Yek jî Erdogan jî baş îdare dike. Bi wê damara şovenîst a Tirkiyê pirr dilîze, bêexlaq pê dilîze. Cara din jî me anî ziman. Karakterekî faşîzmê yê wisa heye. Hîtler jî damara şovenîst, neteweperest a Alman dilîst, lê heta demekê. Ev jî heta demekê ye. Erdogan dît ku hukmê wî ji her tiştî re ne muktedîr e. Muhîm sedema van darbeyan çi ye? Bêguman encama têkoşîn û şoreşa Kurdistanê ye. Eger îro çaresernekirina pirsgirêka kurd ne pirsgirêka esasî ya Tirkiyê bûya, eger demokratîkbûna Tirkiyê îro pêk bihata bingeh, zemîn û psîkolojiya darbeyê jî ew ê nebûya. Lê mirov mêze dike wexta ku meseleya kurd neyê çareserkirin, di heman demê de Tirkiye demokratîk nebe, sedemê alozî û nakokiyê ew ê her hebe, ji vir şûnde jî ew ê hebe. Ne paradoksek e. Mesele em çapemeniyê jî dişopînin ew kesên li hemberî gelê me taybet li Botan, Sûr gelê kurd rabû ser piyan xweserî îlan kir yên ku ew Komkujî pêşxistin, bajar û bajarokên Kurdistanê serobino hev kirin bi piranî bi talîmata ew kesên îro hatine girtin fermandar ew in. Ev jî weke nakokiyekê tê dîtin. Lê ne wisa ye. Tu pîvan, exlaqê wan li hemberî gelê kurd û mirovahiyê hevdû rexne bikin yan jî di nava hev de di nava têkoşînekê de bin tiştekî wisa tune. Hemû hesab û hewldanên wan li desthilatdariyê kî ew ê zêdetir xwe xurt bike û kî zêdetir ew ê yekem be.  Li ser vî esasî ye, tu eksen li ser mafên gelê kurd, demokrasî û azadî tiştekî wisa tune. Weke encam îro aboriya Tirkiyê bêguman ji vê darbeyê bandor bû. Siyaseta navneteweyî em rojane dişopînin. Amerîka, Almanya, Brîtanya, Îtalya encax gotinê bigihînin gotinên Erdogan. Li dijî hev hertim diaxivin û daxuyanî didin. Psîkolojiya civakê wisa tê rêxistinkirin. Ji siyaseta navneteweyî ket nava alozî û tengasiyekê. Dibe ku encamê vê dewleta Tirkiyê li ser Rojava û Rojhilata Navîn zêdetir tawîz bide Rûsya, Îran û heta weke Rejîmê. Yanî ji berê hîn ne xurtir e, hîn lawaztir û zeîf e ku mecbûr bibe zêdetir tawîzan bide. Hemû tawîz û hesab ew ê li ser dijminantiya gelê kurd be. Ev tê dîtin. Ji hundir jî rast e, teşebûsek çêbû. Darbeyek nîvçe ma. Mirov wisa bêje hîn rast e nîvçe ma û bi ser neket. Belkî hat xwestin ev darbe wisa nîvçe bimîne ji bo vê zûtir hat deşîfrekirin, belkî ji bo vê di wextê de dest pê nekir, giran û dereng man vala derket û nîvçe ma. Di vir de jî hinek tişt hene. Mijarên ku mirov li ser bisekine û heqeten fêm bike. Lê ya muhîm çi ye? AKP û Erdogan ji desthilatî, îrade û kesayeta xwe de birînek kûr girtin. Weke derbeder bûn. Ji vir şûnde pirr ew ê ne rehet bin. Dibe ku ev darbe nîvçe ma, bi ser neket. Nayê wê wateyê ku alozî, nakokî, nexweşî û nerehetiyên di navbera wan de tune bûn yan jî çareser bûn. Li ser van nakokiyan ew ê têkoşînê li hemberî hev bidin. Bi şêwazekî cuda û di astên cuda cuda bê dayîn. Ez di wê qenaetê de me. Dîsa ya muhîm ew hewa û psîkolojiya me li ber xwe da û encam girt, heta demekê ye. Piştre dîsa çaresernekirina pirsgirêka kurd, pêwîstiya demokratîkbûna Tirkiyê û rewşa aboriya Tirkiyê, siyaset Tirkiyê ya navneteweyî û Rojhilata Navîn ew ê hîn baştir bê dîtin. Ji vir şûnde jî Erdogan bêguman AKP alozî hîn kûr bibe heta ku meseleya kurd neyê çareserkirin. Ev kevirê meheng e. Eger bi Rêber Apo re hevdîtin û muzakere rastûrast nekin, exlaq û durist nefikirin û hereket nekin, berê jî Rêber Apo gotibû ew ê mekanîka darbeyê hertim hebe. Hişyariya Rêber Apo beriya vê du salan dubare dubare hebû. Careke din rast derket. Sedem jî çaresernekirina pirsgirêka Kurd û demokratîknebûna Tirkiyê ye. Ev mijar û pirsgirêk li şûna xwe bisekine cuda cuda, bi şêwazên cuda ew têkoşîna navxweyî û desthilatî bi rengekî din ew ê bê dayîn.

Piştî teşebûsa darbeyê demildest OHAL hat îlankirin. Îlankirina OHAL’ê ew ê pirsgirêkê hîn kûrtir neke?

OHAL li Kurdistanê jixwe hebû. Li Kurdistanê rewşeke normal tune bû. Tu qanûn û hiqûqa faşîzan a Tirkiyê rê nade ku bi deh hezaran mirov bi hukmê zorê ji gund, bajarok û bajarên xwe bê derxistin. Tu hiqûq û exlaq û qanûn rê nade ku bi tang, top û teyareyan bajarên Kurdistanê bê bombebarakirin, tunekirin, xerakirin û wêrankirin. Ev hemû jixwe li Kurdistanê pêk dihat. Di rojeva Kurdistanê de tiştekî pirr cuda guhertin tune ye. Belkî mirov dikare vê bêje. Mesele ew kesê li Cizîrê, Botan, Sûr li ser gele me bombe barandin û komkujî pêk anîn, belkî bifikirin ku fermandarên wan di zindanê de ne. Hatiye girtin. Belkî bêjin sibê çi bela bê serê me. Pêwîst e vê bifikirin jî. Eger nakokiyan wan a navxweyî nebe jî gelê kurd û civaka demokratîk a Tirkiyê muheqeq van kesan ew ê ceza bike. Ev kesana heta qirika xwe ketine nava sûc. Belkî ji vê pêvajoyê bandor bibe ku artêşa dewleta Tirkiyê ew ê ne xwedî moral û îrade be, nikare zêde di şer û operasyonan de cih bigire. Ev rast e. Lê esas rojeva Kurdistanê beriya darbeyê 15’ê Tîrmehê û jê şûnde jî tu guhertin tune. Ji bo ku zilm, zor, qirkirin, komkuji li ser Kurdistanê pêk bê her tişt amade û tu kesî nedigot qanûn rê nade ve, hîqûq rê nade vê. Jixwe ew li Kurdistanê pêk dihat. Lê di vê OHAL û qanûnên wan de çi derdikeve. AKP li hemberî vê darbeya nîvçe ma hemleyek pêşxist, dij darbeya xwe esas pêk tîne. Di hesab û mejiyê wî de hertim serokatiya dewletê hebû. Sîstema serokatiyê. Ev jî ji xwe re weke zemîn û fersendekê girt dest. Niha dixwaze bi biryarnameyên di hukmê qanûnan de artêşa Tirkiyê bi giştî dîzayn bike. Mesele fermandarên wan ên hêzan Wezareta Parastinê tê girêdan. Guhertinên pirr ciddî hene. Bertekên pirr ciddî jî hene. Artêşa Tirkiyê pirr bêmecal, feqîr û belengaz ketiye. Mêze kir li hemberî NATO stûxwar e û hêzê jê nagire. Mêze kir jixwe ketiye bin bandora AKP’ê bê îrade maye, ben jî kirine qirika fermandarên wan bêdeng û bêînsiyatîf maye. Erdogan weke ku dixwaze bi vê dilîze. Li gorî xwe dîzayn dike, bi biryarnameyên di hukmê qanûnan de . Lê li hemberî vê di nava artêşê dê jî, çend roj beriya vê serfermandarê berê yê giştî Îlker Başbug me guhdar kir. Mesele pirr ciddî xwedî bertek bû. Digot ev nayê qebûlkirin û ew ji vê ne razî ne. Ev milê artêşê. Tê gotin di milê ewlekariya giştî de ew ê bikin. Tê gotin ku di milê MÎT’ê de bikin. Muhîmtir li ser rêveberiya herêmî weke şaredarî ew ê van qanûnan hîn zêde pêş bixin. Yanî ji dema rewşa awarte zêdetir kî pêwîst tê dîtin hema ji erkê bigirin û li şûna wî yekî din erkdar bikin. Esas li Kurdistanê ew ê tiştekî balkêş e  yanî weke nû mirov dikare bigire dest. Biryarnameyên di hukmê qanûnan de bi vî awayî li ser Kurdistanê ew ê bi şêwazekî pêk bînin. Bixwazin Tirkiyê jî li gorî xwe dîzayn bikin. Ev tabî zihniyetek faşîzan e. Weke fersend, li hemberî darbeya nîvçe maye dij-darbeyê pêş bixe. Ji aliyê qanûnî, hiqûqî, siyasî, îdarî AKP û Erdogan  desthilatî û pozîsyona xwe hîn xurtir bikin û rêxistin bikin.

Kuştina Hrant Dînk, komkujiya Roboskî, xistina balafira Rûs yên weke wê dixwazin bavêjin stûyê Fethullah Gulen. Di van kirinan qet sûcê desthilatdariya niha Erdogan û rayedarên AKP’ê tune?

Li Roboskî 34 însanên me bi piranî zarok hatin qetilkirin ma hîç mimkûn e para Erdogan têde tune. Erdogan wê wextê tê bîra min fermandarê xwe ku îro ez ne şaş bim hatiye girtin yan jî bi sûcê darbeyê dixwazin bibin dadê pîroz kiribû. Karekî baş kir ku pîroz kiribû. Digot kes nikare tiştekî ji artêşa me re bêje, karekî pêwîst û pîroz dimeşîne. Tu tişt tune ku ne di berpirsyariya Erdogan û AKP’ê de be. 13 sal zêdetir in li Kurdistanê û Tirkiyê çi qewimiyê bi erêkirin û talîmata Erdogan û AKP’ê ye. Ew berpirsyar in. Di Hrant Dînk de jî berpirsyar in, serokê baroyê yê Amedê Tahîr Elçî jî berpirsyar in, ew komkujiyên li Kurdistanê pêk hatî bi giştî jî berpirsyar in. Ji hemûyan AKP’ê berpirsyar e. Çend meh beriya vê ew fermandarên Artêşa Tirk li Cizîrê, Nisêbîn û Sûrê bi hovîtî însanên me qetil dikirin. Erdogan digot ev qehreman in. Pişta wan digirt, digot pêwîst e ji wan re havyar bînin, pêwîstiya wan bi çi çekan heye em ê bidin û heta dawîn însiyatîfa wan heye û ez bi wan re me. Qanûn derxist ji bo ku tu kes neyê lêpirsînkirin. Erdogan bi wan re ye. Erdogan û AKP stratejî, talîmat û biryarê dide. Leşker jî pêk tîne. Artêşa Tirk ji berê de artêşek faşîzan û dagirker e. AKP û Erdogan li hemberî vê berpirsyar in. Piraniya wan duh digotin qehreman in, lê çima îro li hev îxanet kirine ketine zindanê , dibêjin xayîn in. AKP ji van berpirsyar e. Yanî Fethullah Gulen û AKP mirov nikare zêde ji hev ne dûr in. Gava din jî me got di hembêza hevdû de mezin bûn, hêz dan hev, bi hev re bûn desthilat. Di dîroka Osmanî de heye di şevekê de 12 sadrazam tên kuştin, bira bira tune dike, bav kurê xwe, kur bavê xwe tune dike ji bo desthilatdariyê. Ev nayê wê wateyê ku yek hîn demokratîk û tiştekî din e. Bi temamî li ser desthilatiyê, berjewendiyên xwe tên hemberî hev. Ji bo vê rengê AKP’ê û Gulen îro çi be jî, nakokiyên di navbera AKP û Gulen di çi astê de be jî hemû tişt bi talîmat, bi însiyatî, bi erêkirina AKP’ê û Erdogan pêk hatiye. Di serî de berpirsyar bêguman ev in. Her kes dizane  Fethullah Gulen bi şêwazê pirr xerab ji bo gelê kurd û tevgera me di nava hewldan û têkoşînekê de bûn. Lê vana bi hev re hereket dikirin, hêz didan hevdû, hevdû pîroz dikirin ku çima li hemberî gelê kurd. Jixwe mejiyê wan, dilê wan, helwestê wan yek bû. Yanî tu ji yên din ne dûr e. Li Kurdistanê û Tirkiyê çi qewimiye ji hemûyan Erdogan û AKP’ê berpirsyar e.    

Piştî darbeyê Erdogan dozên şexsî yên der barê CHP û MHP’ê de vekiriye paşve kişand. Lê yên der barê HDP’ê paşve nekişand. Di heman demê de bi  CHP û MHP’ê re rûnişt, lê bi HDP’ê re rûnenişt. Mirov vê rewşê dikare çawa şîrove bike?

Gelê kurd pozîsyona van kesan her wiha gelê eleqedar, rewşenbîr û demokrat û heta kesên weke lîberal jî vê dizanin. Ne tiştekî nû ye. Ji siyaseta dewleta Tirkiyê û li parlamena wan jixwe hertim wisa ye. Kîjan wextê li ser mafên mirovan, çareseriya pirsgirêka kurd, li ser çareseriya gelê kurd ev partî ne bi hev re ne. Dema komkujî, rewşa awarte hertim jixwe bi hev re ne. Di meseleyên esasî de bi hev re ne. Li ser ne demokratîkbûna Tirkiyê de bi hev re ne. Ji van partiyan yek ji ya din gavekê ne pêştir e. Demagojiyê dikin. Lê di heman çarçoveyê de dizivire dizivire bi hev re ne. Taybet di meseleya kurd de li dijî tevgera me û gelê me tu caran ev partî ji hev ne dûr in. Belkî weke tonê xwe, di axaftinê de hinekî kêm an jî zêde, lê cewher eynî ye. Çi biryarên li dijî gelê kurd û tevgera me hatiye girtin, ev parlamen hertim weke yek ruh û îrade hereket kir. Derveyî vê mirov van partiyana cuda bigire dest ne rast e. Li ser mijarên din dibe ku car caran hevdû biêşînin, werin li hemberî hev yek desthilatdar be, yek xwe muxalefet bibîne. Weke mijara Fethullah Gulen, weke mijara her kes li gorî şîrove dike laîktiyê. CHP hinek tiştan cuda dibêje. Weke mijara ruşwet û dizî ye yan jî polîtîkaya aboriyê car caran. Yek desthilatdar yek muxalefet hevdû rexne dikin tên beranberî hev. Axaftinên pirr tûj, sankî radîkal li dijî hev in. Lê di meseleyên esasî de di demokratîkbûna Tirkiyê de û çareserkirina meseleya kurd de hemû li hemberî hev bêdeng in, yan jî hemû dengê xwe dikin yek. Derveyî yek îrade û yek helwest mirov nikare şîrove bike. Erdogan ev çend car in, piştî darbeya 15’ê Tîrmehê bi partiya CHP û MHP’ê re hevdîtin çêdike. Ev normal e, berê jî wisa bû. Erdogan hewl nedaye, nexwestiye bi HDP’ê hevdîtin çêbike. Ew ê neke. Jixwe ya rast ev e. Kesekî her roj li dijî gelê kurd, dijî hebûn û azadiya gelê kurd biaxive, biryara operasyon û komkujiyê bide, kesekî li hemberî mirovahiyê û pirr vekirî dibêje bila tang li Nisêbînê bixe û Nîsêbînê xera bike. Ev kes hîç mimkûn e ku di vê rewşê de ji HDP’ê re weke partiyên din hevdîtin çêbikin û nêzî hevdû bin. Ne mimkûn e. Esas helwesta xwe pirr eşkere diyar dike. Pêwîst e gelê kurd û HDP jî bi vî şêwazî helwesta xwe û di kîjan noqteyê de helwesta xwe baş bibîne û bizanibe. Yanî nebêje Erdogan me dike yê dîtir. Jixwe tu yê dîtir e. Te fêm nekiribe ne rast e. Hûn kengî bûne yek û kîjan wextê tu ne yê dîtir e. Tu mijara yê dîtir weke tiştekî pîroz bigire dest. Ya muhîm û rast ev e. Beşek li dijî demokrasî, mafê jin, azadiya jin, li dijî mafê ked, li dijî civaka demokratîk, li dijî tevgera azadî û Têkoşîna gelê kurd. HDP jî hewl dide pêşengtiya têkoşîna demokratîk û siyaseta demokratîk bike. Pêwîst e bi vê serbilind be, ji xwe bawer be. Eger ne yê dîtir be, pêwîst e xwe weke guman bigire dest. Ew ê wisa be. Em bêjin HDP çû li wir rûnişt, ew ê çi ji wir derkeve. MHP, CHP, Erdogan ma mimkûn e tiştek ji wir derkeve. Hemû ji Erdogan û AKP’ê re bibin lîstok û wisa jî dibe. Erdogan te dît bi wan dilîzin. Em bi hev re mîtîng çêbikin, em bi hev re nizanim çi bikin. Eynî weke yek partî hereket dikin. HDP pêwîst e jixwe ne li wir be. Wexta li wir be çi pêwîst e? Di helwesta wan de guhertin hebe, di zihniyeta wan de guhertin hebe. Di aliyê demokratîkbûn û mafên mirovan û çareseriya pirsgirêka kurd. Lê Erdogan her roj diaxive dibêje helwesta me, têkoşîna me, êrîşa me li hemberî PKK’ê û gelê kurd tu guhertin çênabe, heta ji berê dijwartir û pirtir ew ê dewam bike. Wê wextê cihê HDP jî zelal e. Pêwîst e, HDP jî zelal be. Erdogan nizanim der heqê MHP û CHP’ê de doz paşve kişandiye. Kişandiye yan jî nekişandiya tu wateya wê tune. Bala xwe bidinê di navbera Erdogan û wan de ne meseleya demokratîkbûna Tirkiyê, mijareke civakî yan jî siyasî ye. Li şexsê hevdû hereket kirine, ji ber vê kişandiye, nekişandiye tu wateya wê tune. Hemû demagojî ye, manîpulasyon e, rojevê li gorî xwe çêdike. Em bêjin der heqê HDP’ê de ne kişandiye. Bila nekişîne. Bikişîne mirov dîsa bi guman nêz bibe. Mirov baş bizane û vekirî ye, nakokî û mesafeya navbera me yan jî siyaseta demokratîk a HDP’ê û AKP’ê de pirr kûr û fireh e. Ew li milekî, yê din li milekî ye. Her kes li noqteya disekine ku baş bizanibe û wateyekê bidê û li gorî wê xwedî helwest û têkoşîn be. Esas HDP îro hîn xwedî awantaj e, li gorî min. Ew çawa di hembêza hevdû de mezin bûn, eger hinek kes şirîkatî bi Fethullah Gulen re dikin yan jî çima sempatiya wan bi Fethullah Gulen re heye didin dadê û davêjin zîndanê. Di serî de ji vê şirîkatiyê Erdogan û AKP berpirsyar e.  Şirîkê wan ew bûn, bi her awayî şirîk bûn. Siyasî, aborî, exlaqî bi her awayî. Hatine noqteyekê li hev nekirine, vê carê dibêjin kî bi Fethullah re ye. Lê we ew mezin kirin, we ew kir desthilat, we got ew nebe nabe. Mesele tê bîra min di hilbijartina 2011’an de yê ku yi Pensilyvanya Fethullah Gulen pîroz kir û rêz diyar kiriye Erdogan bû. Wê wextê bi hev re ne, lê niha tiştekî cuda dibêje ev hemû durûtî ne. Dixwazin faşîzantiya xwe hinekî bi vê veşêrin. Dibêjin ya ji eynî madalyonê ne, ruyekî wê Fethullah Gulen e rûyê din Erdogan e. Yek ji yê din ne pirtir e û ne kêmtir e.

Piştî darbeyê AKP bi biryarnameyên di hukmê qanûnan de artêşê dîzayn dike, niha MÎT di rojevê de ye. Niha jî li ser Destûra Bingehîn a biçûk dixebite. Diyar e pêwîstiya Tirkiye bi Destûra Bingehîn a demokratik heye,  lê hewldanên Erdogan ne wisa ne. Erdogan dixwaze çi bike?

Erdogan dixwaze desthilatiya xwe îlan bike yan jî serokatiya xwe ya dewletê rêxistin bike. Esas bi awayekî fiîlî wisa dimeşe, Erdogan serokê dewletê ye. Niha lingê vê yê hiqûqî û qanûnî bi rêxistin bike. Darbeya 15’ê Tîrmehê weke fersendekê digire dest. Partiyan, siyaset, psîkolojiya civakê li gorî vwê bi kar tîne. Hewl dide bi van paketên biçûk esas yek dixwaze desthilatiya xwe xurt bike. Dudo, li ser siyaseta demokratîk a legal HDP’ê û li hemberî tevgera me û têkoşîna gelê me dêmek hîn têrê nake zêdetir qanûn û hinek biryaran derxe. Weke hevserokên şaredariyê ji erkê bigirin û li şûna wan hin kesan erkdar bike. Cuda cuda lingê wê siyasî û hiqûqî hîn baştir bi rêxistin bike. Lê esas desthilatiya Erdogan e û serokatiya xwe pratîkî pêk tê. Aliyê hiqûqî û qanûnî jî bi rêxistin bike. Destûra Bingehîn ji bo Tirkiye pêwîst e. Esas mesele ev e. Ev Destûra Bingehîn ne Destûrek demokratîk e, hîn jî ya darbeya 12’ê Îlonê ya Kenan Evren e. Ewqas sal derbas bûna guhertin tune. Darbe li ser darbe çêbûne, çend darbe derbas bûn. Ya 28’ê Sibatê herî dawîn jî desthilatî û dîktatoriya Erdogan. Lê esas qanûnên bingehîn nehatiya guhertin. Hemû ew hewldanên faşîzan bingehê xwe ji wir digire. Heta ku Destûra Bingehîn çênebe, pirsgirêkên Tirkiyê jî ew ê neyên çareserkirin. Mesele careke din civaka Tirkiyê nav lê neyê kirin, hebûna gelê kurd neyê qebûlkirin, azadiya civakê neyê qebûlkirin, rastiya Elewiyan neyê qebûlkirin, Destûreke bingehîn neyê qebûlkirin û neyê rêxistinkirin. Bi pakêtên biçûk rojane û konjekturel tenê ji bo kesayet û berjewendiyên AKP’ê û Erdogan ew ê xizmeta çi bike? Ew ê xizmeta Erdogan û AKP’ê bike. Nikare bibe bersiva demokratîkbûna Tirkiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd. Jixwe tu armanc û derdê wan wisa tune. Hemû faşîzan û dîktatoriya xwe çawa bi rengekî qanûnî û hiqûqî pêk bînin. Mirov li meseleya Tirkiyê mêze dikin, meseleya sedsalan e heta hezar salan e. Meseleya Kurd, Elewî, kedkar, jin bi giştî demokratîkbûna Tirkiyê. Ev mesele bi pakêtên biçûk AKP, MHP û CHP werin cem hev çênabe. CHP bike darê binçengê û bi hev re qanûn derxin û Tirkiyê biguherînin. Ev mimkûn e? Li aliyekî pirsgirêkan sedsalan û bi piralî heye; civakî ne, neteweyî ne, mezhebî ne. Yanî pirsgirêk hene û proje û qanûnên yên bingehîn û yên pirr radîkal pêwîst dibîne, lê li aliyê din çend partî tên cem hev weke konjekturel çend pakêtan ji xwe re derxin. Bêguman ev tenê xizmeta kesayet û desthilata Erdogan û AKP’ê bike. Ew ê xizmeta demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya meseleya kurd neke. Dubare dibêjim tu armanc û derdê wan wisa tune, lêgerîna wan jî ne ew e. Em nikarin ji bo MHP’ê tiştekî bêjin, te dît reng û rastiya wan tê zanîn. CHP jî ne ku nayê zanîn. Lê di nava tabana CHP’ê de kesên kedkar, demokrat, lîberalên durist hene. Di siyaseta wan de kesên xwedî kesayet hene. CHP îro esas bûye lingekî Erdogan e. Erdogan rojevê diyar dike ew jî dikevin wê rojevê. Tên manîpulasyonê, dîsa li hemberî meseleya kurd û elewiyan, demokratîkbûna Tirkiyê tu caran îradeya CHP’ê wisa zeîf neketibû. Ew jî xizmeta Erdogan dike ku li gorî pakêtan çêbike, li gorî xwe biryarnameyên di hukmê qanûnan de derxe, li gorî xwe Tirkiyê bi rêve bibe.

Tam jî li hemberî van pêkanîn û darbeya ku niha ji aliyê Erdogan û AKP’ê pêk tê, behsa girîngiya eniyeke demokratîk tê kirin. Di vê rewşa Tirkiyê de avabûna eniyeke demokratîk ew ê karibe roleke çawa bilîze?

Ji berê vir de pêwîstî heye. Li Tirkiyê em dibêjin tu caran demokrasî weke tê xwestin di dewletê de guhertin nebûye. Hertim weke zihniyeta dîktatorî, olîgarşîk û faşîzan heye. Alternatîfa wê hertim pêwîstiya civakek demokratîk, eniyeke demokratîk, têkoşîneke hevbeş û demokratîk heye. Îro hîn zêdetir heye. Îro ev faşîzma Erdogan gihîştiye asta herî bilind. Mesele nêzî sed hezar mirov ji lêpirsînê derbas kirine û binçav kirine. Nêzî deh hezar mirov kirine zindanê. Desthilatî çi pêwîst dibîne wisa hereket dike. Heqeten ên ku wekî wî nafikirin û hereket nakin, ên ku îradeya wî, desthilatiya wî qebûl nakin yan jî jê ne razî weke dijmin tê dîtin û tu ewlehiya wan tune kengî bên kuştin, revandin, girtin ne diyar e. Yanî faşîzmek e. Ji vê desthilatiya Erdogan û AKP’ê elewî zerar dibînin û xeter e. Kedkar zerar dibîne û xeter e. Jixwe ji bo gelê kurd xeter e û di nava têkoşîneke dijwar de ne. Ciwanên Tirkiyê jî dîsa pêşeroja wan tê tarîkirin. Pêwîst e li hemberî vê faşîzma AKP’ê heqeten eniyeke demokratîk ya giştî, berxwedaneke demokratîk bi giştî bê rêxistinkirin û bê dayîn. Ev nebe, zehmet e. Gelê kurd 40 sal in bênavber di nava berxwedanekê de ye. Hertim pêşiya siyaset û demokratîkbûna Tirkiyê vekir. Lê têrê nekir. Bi tena xwe guhertina Tirkiyê bike; Tirkiyê demokratîk bike, meseleya kurd çareser bike. Heta îro anî. Eger îro lingê Tirkiyê neyê rêxistinkirin, bêguman hereketa me, têkoşîna me ya gelê kurd di her şert û zirûfan de ew ê dewam bike, encam jî bigire. Lê dirêj bibe û bedel hîn giran be. Fatûreya vê jî li ser civaka Tirkiyê jî giran dibe. Pirsgirêkên aborî, jiyanî, demokratîk, siyasî pirr giran e. Ji bo vê pêwîst e îro hemû rêxistin, saziyên sivîl, kedkar, jin, civak, elewî yên ji faşîzmê ne razî û weke nerazîbûn diyar dikin werin cem hev û îradeyeke demokratîk bi rêxistin bikin. Têkoşînek demokratîk pêş bixin û bilind bikin. Beriya vê hinek gav hatin avêtin û nav jî lê kirin û hat îlankirin jî. Lê bi vê nemînin, hundirê wê dagirin, xwe bi rêxistin bike. Her pirsgirêkekê bikin sedema hevgirtin û têkoşîna xwe hîn pêşxistin û bilind kirine.  

Piştî 15’ê Tîrmehê gelê kurd fikarên xwe yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman. Yek ji biryarên OHAL’ê yekemin qedexekirina hevdîtinên li Îmraliyê bû. Piştî ku fermandarê ji Îmraliyê berpirsyar ji darbeyê hat girtin fikarên heyî hîn zêde bûn. Li ser vê saziyên gelê kurd banga çalakiyên seferberiyê dikin. Eger ev fikarên gelê kurd yên ji bo Rêberê Gelê Kurd neyê bersivandin, rê li ber rewşeke çawa vedike?

Ew ê pirr xeter be. Pirr tişt belkî tên qebûlkirin yan jî li hemberî hinek tiştan mirov dikare sebrê diyar bike. Hem hereketa me hem bi giştî gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat wexta mijar dibe Rêber Apo rewş tê guhertin. Hesasiyet, hişyarî û ricifandina li ser rewşa Rêber Apo cuda ye. Em mafdar in, fikar û gumanên me jî di cih de ne. Berê li ser Rêber Apo pirr tehdît hebûn. Name jê re dişandin, nizanim rewşa te weke ya kê û kê be. Otorîteya Erdogan tu qebûl nekî, tu yê jî were tunekirin. Nameyên wisa bi destê îdare AKP’ê dan Rêber Apo. Ev zextek e, têkoşînek e, şerekî psîkolojîk e. Ew name bi destê wan dan Rêber Apo. Diyar e ku têkoşînek heye. Li ser çapemeniyê jî derket ew kesên hatine girtin yek jî fermandarê berpirsyarê Îmraliyê ye. Wexta vana çekê xwe li hemberî hevdû bi kar tînin, hevdû bombebaran dikin, hevdû dikujin ma ne mafê me ye ku em bipirsin gelo rewşa Rêber Apo çi ye? Mimkûn e, hîn pirtir li ser Rêber Apo jî van tiştan pêş bixin. Ji bo vê guman û tirsa me heye. Rewşa Rêber Apo çi ye. Em vê rewşê weke xwezayî û normal nabînin. Heta wisa dewam bike, belkî ev îlankirina şerekî bênavber û bêdawî ye. Sebra gelê kurd ew ê nebe. Ji îro de li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li ser rewşa Rêber Apo nerazîbûn hene. Ew ê hîn jî dijwartir bibin. Nebe ew ê hîn zêdetir bibin. Mesele dema komploya navneteweyî bidin berçavan bajar û bajarokên Tirkiyê, Ewropa û derveyî welat çawa û çi hat jiyîn. Ew ê hîn pirtir di asta jor de bê jiyîn. Pirr xeter e. Dewleta Tirkiyê eger kêmek aqil û mejiyê wan hebe, eger kêmekî xwedî exlaq bin hema îro rê bidin herî kêm heyetên serbixwe, malbat û parêzerên Rêber Apo herin bi çav bibînin ku rewşa wî çi ye. Çima 4-5 sal in parêzerên Rêber Apo neçûne Îmraliyê, sal û nîvek zêdetir e yek kes neçûye Îmraliyê. Kesek nizane rewşa Îmraliyê çi ye. Li Tirkiyê ewqas tevlihevî heye, darbe heye, hevdû kuştin û bi hezaran mirov hatine girtin, fermandarê wê derê jî hatiye girtin. Mafê me heye ku ka li wê derê çi heye, çi tune. Dewleta Tirkiyê jî mecbûr e û pêwîst e vê fêm bike û bibe bersiv. Nebe pirr xeter e. Ez careke din li vir dibêjim kes nikare li pêşiya wê bisekine û ev pêvajo bi ast û şêwazekî cuda pêş bikeve, li ku derê û çawa bisekine ne diyar e. Dewleta Tirkiyê heqeten xera dilîze. Bangawaziya me ev e. Yek, hema zûtir dewleta Tirkiyê rê bide, rewşa Rêber Apo çi ye, heyet, malbat û parêzerên Rêber Apo hevdîtinê çêbikin. Dudo, hemû gelê me û dostên gelê me, hereketa me 24 saetan li ser piyan bin. Dibêjim 24 saetan. Heta ku dengê Rêber Apo me nebihîstiye, heta ku heyet biçin Rêber Apo nebînin. Çunkî em ê ne rehet bin. Em nizanin rewş çi ye. Ji bo vê mesele ciddî ye. Helwesta gelê me, siyaset, dîplomasî, saziyên navneteweyî, dewlet, civakên sivîl hemû weke seferberiyê bixe nava tevgerê û vê mijarê muheqeq bixe rojevê û encamê bigire.   

Di van demên dawîn de li Helebê şer hîn dijwar dibe. Rejîma Sûriyeyê li Helebê gelek cih bidest xistin. Girîngiya Helebê ji bo qedera Sûriyeyê çi ye?

Heleb ji berê vir de tê gotin esas aliyê aborî jî, rengê Sûriyê jî, esas dilê Sûriyê ye. Yanî Şam û Heleb. Ji berê vir de wateya Helebê herkes dizane. Ji bo vê hemû îtilaf, hêzên dijî rejîmê, rejîm bi xwe jî, yên bi rejîmê re alîkar jî giraniya xwe hertim dan ser Helebê. Dema mirov bi giştî mêze dike weke DAÎŞ, Nûsra û hêzên din her çiqas navê xwe biguherin û hinekî derbeder bibin jî lê giraniya xwe dan ser Helebê. Nexwestin Heleb ji destê wan biçe yan jî rola rejîmê, giraniya rejîmê li ser Helebê hebe. Di demên dawîn de tabî pêşketinên cuda hene. Em mêze dikin mesele DAÎŞ li Minbîcê heta niha li gorî agahiyan 3-4 hezar çeteyên faşîzan hatin kuştin. Dîsa li gorî daxuyaniyên YPG’ê nêzî hezar û 500 cenazeyên wan di destê hêzên parastina leşkerî ya Minbîcê de ne. Şerekî demdirêj û zehmet, lê li wê derê pişt û îradeya DAÎŞ’ê hat şikandin. Niha Nûsra navê xwe guhert kir tiştekî din. Dîsa Ehrar el Şam ku Tirkiye piştgiriya wê dike, bi marîfeta Tirkiyê xwest navekî cuda lê bikin ku bidin qebûlkirin. Van hêzana bi temamî giraniya xwe dane ser Helebê. Rejîm jî giraniya Helebê ji her kesî baştir dizane. Çi hêza xwa daye ser Helebê. Îran, Rûs û Hizbullah  bi hev re li wê derê di nava têkoşînekê de ne. Gelê me jî li gorî em dizanin piranî li ser Şêxmeqsûd xwe bi rêxistin kiriye, ji berê vir de heqeten berxwedaneke pîroz pêş xistiye. Di van çend rojên dawîn tê dîtin ku rejîm bi alîkariya Rûs, Îran û Hizbullahê hêzên îtilafê dorpêç kirine. Cara yekem li Helebê rejîm xwe wisa xwedî hêz dibîne û îtilaf jî ewqas ketiye tengasiyekê. Rexmî van li Şêxmeqsûd û hin herêman jî li gorî em dizanin hêzên YPG, YPJ û gelê kurd hin noqteyên nû girtin û alana xwe hîn fireh kirin. Hema hema ew riya Kastîllo hêzên kurd û rejîm gihîştin hev. Yanî wateya wê îtilaf hatiye dorpêçkirin. Ji bo vê mesele Amerîka pirr israr dike ku korîdorek mirovahiyê bê vekirin. Lê esas korîdorek ji wan re veke ku bikaribin nefes bigirin û li ber xwe bidin. Rûs û rejîm di vê zanebûnê de ne û ji vê ne razî ne. Esas îro yê li ser Sûriyê Rûs û Amerîka diaxive. Îtilaf lawaz maye, ber bi tunebûnê diçe, Amerîka dixwaze îtilaf nefesekê bigire. Çunkî hêzên wan jî li wir in, yên ku bi Amerîka û Tirkiyê girêdayî weke Artêşa Azad. Rûs û rejîm dixwaze dorpêç bike û îradeya wan bişkîne. Rûs li ser navê rejîmê giştî diaxive, li ser navên hêzên din bi giştî Amerîka diaxive. Ev rastiyek e. Li ser rewşa Sûriye û pêşeroja Sûriyê. Yek jî îradeya gelê kurd heye. Eger îro li Helebê ew hêzên îtîlafê bê tunekirin yan jî îradeya wan zêdetir bê şikandin. Heqeten tu îtilaf namîne, tu muxalefet tune. Muxalefet kurd û rejîm bi xwe ne. Ji bo vê ev rewş û tiştên li Helebê diqewimin heqeten muhîm in. Eger weke îro hatiye dorpêçkirin, îtilaf bê tunekirin rewş bi giştî tê guhertin. Rejîm xwe komî ser hev dike, Rûsya xwe komî ser hev dike. Li hemberî rejîmê tenê kurd dibin muxalefet, yên din tu giranî û wateya wan namîne. Ew ê hebin, lê hinek li ser pêşeroja Sûriyê ne xwedî rol bin.  Lê li ber xwe bidin, êrîşên li ser xwe ters bizivirînin ew jî rewşeke nû ye. Lê mirov dikare vê bêje Heleb ber bi noqteya dawîn diçe. Ka ew ê çi bibe? Heleb weke îstikrar ji kîjan alî bê girtin, rengê Sûriyê jî ew ê li gorî wê hîn baştir bê zanîn. Rola berxwedana gelê kurd di vir de muhîm e. Eşrefiye û Şêxmeqsûd û hin noqteyên din girtine. Xwedî însiyatîf û xwedî rol in. Diyar e meseleya behsa Cenevre dikin dawiya vê mehê. Her wiha hevdîtinên cuda cuda koalîsyon û Rûsya heye. Lê derveyî îradeya gelê kurd, Şoreşa Rojava, çareserkirina Sûriyeya giştî ne mimkûn e. Sûriyeyek nû ne mimkûn e. Ew ê ber bi ku ve biçe, esas li ser navê muxalefetê ew ê şoreşa Rojava hebe. DAÎŞ piştî Minbîcê li Dêra Zor û Reqa dimîne. Tabî ev muhîm e, bi vê girêdayî. Şerê Fellûce te dît DAÎŞ bi mehane li ber xwe da, te dît li Minbîc li ber xwe dide. Lê tu şensê wan nemaye ew ê binkevin û winda bikin. Reqa û Dêra Zor jî ew ê ne hêsan be. Eger gelê kurd, YPG, YPJ di vî şerî de cih negirin tu kes nikare bi serê xwe Reqa rizgar bike. Ev destê gelê kurd jî xurt dike û tevgera kurd jî xurt dike ji aliyê muzakere û pêşeroja Sûriyê jî. Girîngî û rola şoreşa Rojava ew ê hîn zêde pêş bikeve.