Rojnamevanên Stenbolê bi helîkoperan li operasyonê ne

Rojnamevanên Stenbolê bi helîkoperan li operasyonê ne

Li rastiya pişt gotina Waliyê Amedê ya ku bi 1.700 leşkeran “Di ser zeviyên esrarê yên PKK’ê de digirîn” tê lêgerîn.

Destûr nedan nûçegihanên rojname û televîzyonên Amedê bikevin cihê operasyonê, lê belê ji Stenbolê bitaybet nûçegihanên Tv û rojnameyan anîn.

Nûçegehiyanên ku anîn Amedê bihelîkopteran birin herêma operasyonê, derket holê ka çima Walîtiya Amedê destûr neda rojnamevanên Amedê biçin herêma operasyonê.

Rojnamevanên Amedê herêma ku lê operasyon tê meşandin baş dizanin. Her wiha dizanin bi salane esrar li wê herêmê tê çandin û kî çavê xwe ji vê yekê digire jî. Lê belê bi nûçegihanên ji Stenbolê anîne re operasyona dikin, dê bi wan nûçeyên “zeviyên esrarê yên PKK’ê” bidin çêkirin, mezinên dewletê yên vê derewa mezin dê bikin guncaw dîtin ku ne ji Amedê ji Stenbolê rojnamevana bînin.