Rojnamevanê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê yê bi navê Şoreş Doskî yê li Dihokê dijî, bi armanca piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê ev 5 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Rojnamevan Şoreş Doskî di peyama ji ANFê re şand de got: "Ez ji Başûrê Kurdistanê Şoreş Doksî. Ez jî jib o piştgiriyê bidim greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê di greva birçîbûnê de me. Divê hukumeta Herêma Kurdistanê helwesta xwe zelal bike. Eger na, her tiştê bê serê me de, Hukumeta Herêmê berpirsyar e."