Rojnamevan Tûgan hate definkirin

Rojnamevan û nivîskar Ferhat Tugan ê ku li Rojavayê Fransa jiyana xwe ji dest da, li Colemêrgê bi merasîmeke girseyî ve ber bi rêwîtya dawî hate oxirkirin.

Rojnamevan û nivîskar Ferhat Tugan ê ku li Rojavayê Fransa jiyana xwe ji dest da, li Colemêrgê bi merasîmeke girseyî ve ber bi rêwîtya dawî hate oxirkirin.

Rojnamevan û nivîskar Ferhat Tûgan ê ku ji ber êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a salên 1990’î de ji Kurdistanê bi neçarî koç kiribû, beriya du hefteyan li başûrê Herêma Fransayê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî otopsiyê û şûn de îro anîn Colemêrgê. Li goristana malbatê ya li Taxa Merzan hate definkirin.

Di merasîmê de Wekîla Hevseroka Koma Meclîsê Pervîn Bûldan, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Adûllah Zeydan, Hevserokê HDP’ê yê Disiplînê Hamît Geylanî, Endama Meclîsa HDP’ê Asiye Koçak, rêveberên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyê,hevşaredar, endamên meclîsê, hempîşe û hevrêyên Tugan ên li Fransa, Iraq û Îranê û gelek welatî amade bûn.