Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bîranîn

Nûnerê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ê di 9'ê Tebaxa 1992'an de li Rihayê hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn.

Nûnerê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ê li navçeya Riha Serêkaniyê di 9'ê Tebaxa 1992'an de dema ji mala xwe diçû karê xwe ji ber êrîşeke çekdarî jiyana xwe ji dest da, di salvegera 24. de li ser gora xwe ya li navçeyê hat bîranîn.

Hevsera Denîz, zarokên wî, xwişka wî Newroz Algaç, nûnerên Cemiyeta Rojnamevanên Azad (OGC), MEYA-DER, rêveberên HDP û DBP'ê beşdarî merasîmê bûn. 

Rêveberê MEYA-DER'ê Bîlal Delîktaş diyar kir ew ê rojnamevanekî wêrek ê wekî Denîz ti carî ji bîr nekin. 

Newroz Algaç jî diyar kir ku birayê wê ji ber ku têkoşîn û dengê gelê xwe ragihandiye şehîd ketiye û 24 sal in ew ji bîr nekirine û dê ji bîr nekin jî. 

Hevsera Denîz Adla Denîz jî got, li pişt Huseyîn gotinên ku bê kirin tine ye, li gel ku ewqas sal derbas bûye jî hevalên hevserê wê yên ku ji bîr nekerine re spasiyên xwe kir. 

Rêveberê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Azîz Orûç jî diyar kir ku li her derê cîhanê rojnamevanên dibin dengê gelên bindest bi zextan re rû bi rû dimîne û wiha got: "Nivîsandina rastiya gelê Kurd, karekî xetere ye. Lê kevneşopiya ku bi Ozgur Gundemê re dest pê kir di roja me de jî didome. Yên ku di salên 90'an de hevalên me qetil kirin niha çek didin serê wan, davêjin girtîgehan û bi îşkenceyê dixwazin bêdeng bikin. Lê hevalên me yên ku xwedî li mîrateya Huseyînan derdikevin bêdeng nebûn û wê nebin jî."

Piştî axaftinan girseya gel gul danî li ser gora Denîz. Hevser û zarokên wî demeke dirêj li ser gorê man.