RJAK: Divê kujerên Wedat derhal bên cezakirin
RJAK'ê daxuyaniyek da çapemeniyê, qetilkirina Wedat Hisên Elî şermezar kir û xwest, kujer derhal bên cezakirin.
RJAK'ê daxuyaniyek da çapemeniyê, qetilkirina Wedat Hisên Elî şermezar kir û xwest, kujer derhal bên cezakirin.
Rêxistina Jinên Azad li Kurdistanê (RJAK) da xuyakirin, ku di demeke li hemû parçeyên Kurdistanê êrîşên qirkirinê li hemberî Kurdan tê kirin de, ew qebûl nakin li Başûrê Kurdistanê cînayetên bi vî rengî bên kirin û bang li her kesî kir, ku ji bo sîstmeeke demokratîk û aktîf têbikoşin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji ber ku kujerên rojnamevan Soran Meme Heme, Kawa Germiyanî û Zerdeşt Osman nehatine dîtin, îro Wedat hatiye qetilkirin û hat gotin, "Weke RJAK a li Kerkûkê, em vê cînayeta li dijî mirovahiyê şermezar dikin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî her şêwe şîdet û zrodariyê têbikoşin. Naxwe wê Wedat nebe şehîdê me yê dawî."
RJAK'ê ji hikûmeta herêma Kurdistanê xwest, kujerên Wedat derhal bibîne û ceza bike. RJAK'ê got, "Eger em bêdeng bimînin, divê em zanibin; ev xeterî wê li her cihî belav bibe."

