Rihayî ji bo destekê bidin berxwedana Nisêbînê ketin ser rê
Rihayî, ji bo terora dewletê şermezar bikin û destekê bidin berxwedana gel, berê xwe dan Nisêbînê.
Rihayî, ji bo terora dewletê şermezar bikin û destekê bidin berxwedana gel, berê xwe dan Nisêbînê.
Rihayî, ji bo terora dewletê şermezar bikin û destekê bidin berxwedana gel, berê xwe dan Nisêbînê. Bi dehan kes, danê sibehê li ber avahiya HDP'ê ya Bajêr civiyan û berî bikevin ser rê, daxuyaniyek dan çapemeniyê.
'EM Ê LI CEM GELÊ XWE YÊ BERXWEDÊR BIN'
Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Hîdayet Enmek li ser navê komê daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li cem gelê Nisêbînê yê bi awayekî bêhempa li dijî polîtîkayên tinekirinê li ber xwe dide, têbikoşin. Enmek got, "AKP hewl dide vîna gel bişikîne. Gel jî li hemberî vê yekê li ber xwe dide. Em ê jî li cem gelê xwe yê berxedêr bin. Em ê nehêlin ku gelê me bê qetilkirin."
Li dû daxuyaniyê girseya gel berê xwe da Nisêbînê.