Ridvan Ûs li Stockholmê hat bîranîn
Ridvan Ûs ê li navçeya Amed Farqînê di encama êrîşên dewleta Tirk de roja 5'ê Mijdarê birîndar bû û li nexweşxaneyê roj 16'ê Mijdarê jiyana xwe ji dest da, li paytexta Swêd Stockholmê hat bîranîn.

Merasîma bîranînê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Swêdê hat lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Ûs û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Siyasetmedarên Kurd ên dûre axivîn, rewşa dawî ya li Kurdistanê nirxandin û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan.
Siyasetmedaran ragihandin ku ji ber nebûna yekîtiya neteweyî ya Kurdan, welatên mêtînger gelek caran gelê Kurd qetil kirine û destnîşan kirin, ku divê xwedî li xweseriya demokratîk a li Kurdistanê bê derketin.
Pismamê Ridvan Ûs Mûrat Ûs jî da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk ên nikarin bi hêzên xweparastinê yên gelê Kurd, dest bi bombekirina bajar, navçe û bajarokan kirin û bi sedan Kurdistanî qetil kirin.
Ûs anî ziman ku Ridvan Ûs şehîdê hemû Kurdistanê û gelê Kurd e û got, "Em ê bi bêhtir xwedîderketina li xweseriya demokratîk re bîranîna wî bi têkoşînê mezintir bikin. Bila serê gelê Kurd û Rêber Apo sax be."