RÊZENIVÎS III - Pêngava Xezeba Firatê di qonaxa duyemîn de ye

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ku hêzên YPG/YPJ’ê pêşengiya wê dikin, pêşveçûna xwe ya ber bi Reqayê ve bi lezûbez didomînin.

DERBEYÊN KUŞTINÊ LI ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê DIKEVIN

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, bi berxwedêriya xwe, taktîkên xwe yên şer, kabîliyetên manewrayê, plan û projeyên xwe ve derbeyên ku çeteyên DAÎŞ’ê ne li bende bûn û li xelekên wan ên herî lewaz ketin, çete di şokê de hiştine.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê li şûna xwe di kozikan de bigirin, şerê sing bi sing, hê zêdetir li gor demê û cih tevdigerin, qadek mezin dorpêç kirin, karîbûn derbeyên ku çeteyên DAÎŞ’ê ne li bendê bûn lêbixin, dizanin jî.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê bi serweriya xwe ya li ser taktîkê û teknîkê, pêşî li her cure rewşên neyênî girt, li ser vî esasî jî bi destekê ku ji hewayê jê re tê, bêyî di pêngava azadiyê de pozên ti sivîlan jî xwîn bibe, hedef bi awayekî rast tespît kirin û bêbandor kirin.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê, bi hevsengiya teknîk û taktîkê ve û bi ruhê fedaî, li her cihekî ku her kesî digot nabe, darbeyên giran li çeteyên DAÎŞ’ê dan. Hê jî lê dide.

Vê rewşa jî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê ya ji Kobanê dest pê kir, heta Hol, Tişrîn, Şedadê û Minbicê hat, rojane kir. Di encama vê pêngavê de jî wê êdî çeteyên DAÎŞ’ê ji vî halê xwe yê têkçûnê derkevin û êdî tine bibin.

ŞERVANÊN YPJ’Ê PÊŞENGIYA HEMLEYÊ DIKIN

Jina Kurd, tevlî Tevgera Azadiya Kurd bû û gelek gavên ber bi azadiyê ve diçin avêtin û di avakirina civakê de rolek mezin lîstin.

Li Rojavayê Kurdistanê û sehaya Sûriyeyê jî jina Kurd di nav civakê de rêxistinbûyina xwe ava kir û bi hêz û baweriyek mezin tevlî pêvajoya avakirina civakê bû. Jinê, di warê siyasî, civakî, leşkerî, aborî, çandî û hunerî de cihê xwe girt.

Ji bo civakeke azad, wekhev, ekolojîk û mafê jinê diparêze bê avakirin, jinê ked û bedelên mezin dan. Lê, din av Şoreşa Rojava de jina Kurd ti carî rêwîtiya xwe ya têkoşîn û azadiyê nesekinand.

Bi taybet jî, li beramberî çalakiya fedaî ya ku bi şerê Kobanê yê efsûnewî ve Arîn Mîrxan li dar xist, tevahî cîhan şaşomaşo ma û bala xwe da têkoşîna ku jina Kurd ji bo azadiyê dide.  

Vê rewşê tevahî jinên cîhanê bandor kir, li tevahî Sûriyeyê deng veda û ji kûr ve jin kişandin. Dema berxwedana dîrokî ya Kobanê de jinan berxwedanek bêhempa dan, DAÎŞ serobino kirin û bûn sembola tevahî jinan.

Jina azad a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirandî, îro di hemleya rizgarkirina Reqayê de ku bi navê Xezeba Firatê hatiye destpêkirin, pêşengiyê dike û pêşveçûna xwe ya ber bi kelha zilmê Reqayê didomîne.

Fermandarên YPJ’ê koordîneya şer dikin, şervanên YPJ’ê derbeyên mirinê li çeteyên DAÎŞ’ê didin û ji bo wekhevî û azadiya gelên Sûriyeyê çeteyan ji van qadên ku dagir kirine diqewitînin.

GELÊ REQAYÊ XWEDÎ LI PÊNGAVA AZADIYÊ DERDIKEVE

Meşa serkeftinê û azadiyê ya ku Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê dane destpêkirin bi lezûbez dewam dike, dagirkerî dişkên û gelê Reqayê gav bi gav azad dibe.

Sivîlên ku bi rizgarkirina bi dehan gund û gundikan ji zilma çeteyên DAÎŞ’ê xilas bûne, keyfxweşiyek mezin nîşan didin. Yên ji çeteyan revîne û hatine qadên azad, dixwazin ku bajar demildest ji çeteyên DAÎŞ’ê bê paqijkirin.

Reqayiyên ku xwe avêtine qadên azad, bi govend û tilîliyan xwedî li vê meşa dîrokî ya serkeftin û azadiyê derketin.

Reqayiyên ku ji ber zexta çeteyan nikarîbûn şensê jiyanê jî bibînin, xwestin ku ev operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bidomin, ji milê din jî spasiya Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê kirin ku nanê xwe, av, betaniya xwe bi gel re parve dikin, pêdiviyên bingehîn çareser dikin.

ZÛ AN DERENG WÊ BI SERKEFTINÊ TACÎDAR BIBE

Tacîdarkirina vê hemleyê bi azadkirina Reqayê jî wê hê zêdetir bê nîqaşkirin.

Bêguman, wê şervan Reqayê azad bikin, kelheyek din a stratejîk tevlî Sûriyeyê, Rojava, Rojhilata Navîn û tevahî nirxên mirovahiya pêşverû ya cîhanê bikin. Wê tevahî gel ji vê serkeftinê hêz û moralekî mezin bigirin.

Lê, çawa kesên ku ji vê hemleya azadiyê moral bigirin hebe, yên bi ti awayî hezm nakin û reş girêdidin jî pir eşkere ye ku hene. Di serî de jî dewleta Tirk heye ku li ser komên çete yên mîna DAÎŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslamê hesab dikirin.

Dewleta Tirk, bi vê pêngava azadiyê ve derbeyên gelekî cîdî xwarin û dixwe jî. Hêzên YPG/YPJ’ê gav bi gav ber bi Reqayê dimeşin, her wiha derbeyên stratejîk jî li dijminên Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd didin.