Rêxistina DBP’ê ya Xelfetiyê rêveberiya xwe ya nû hilbijart

Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Xelfetiyê bi Kongreya Asayî ya 2. rêveberiya xwe ya nû hilbijart.

Li gel hemû operasyonên qirker û çewisandinê jî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêkanîna kongreyên xwe yên bajar û navçeyan didomîne. Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Xelfetiyê di nav vê çarçoweyê de Kongra Asayî ya 2. pêk anî. Gelek kes tevlî kongreyê bûn ku li avahiya Navçeya Rêxistina DBP’ê pêk hat. Di heman demê de TJA, Hevseroka Bajêr a DBP’ê ya Rihayê Yasemîn Kiliç, Hevşaredara Xelfetiyê Ayşe Durmuş, endamên meclîsa şaredariyê, KCD, DÎSK û dayikên aştiyê jî amade bûn.

Balkêş bû li gel hemû zext û zordariyên dema dawî û polîtîkayên çewisandinê jî, bi moral û motîvasyoneke bilind kongre pêk hat. Piştî ku ji bo kongre endamên dîwanê hatin hilbijartin, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin, deqeyeke rêzgirtin pêk hat.

Piştî axaftinên kongrê rapora xebatan hate xwendin. Piştre bi di hilbijartinê de ku yek lîste hebû, Saniye Bayram û Abdullah Çiftçî weke Hevserokên Rêxistina Navçeyê hatine hilbijartin.