Tevî ku ev du meh in rewşa tenduristiya Zeyneb Celaliyan ber bi xerabiyê ve diçe jî, lê rayedarên Girtîgeha Kirmaşanê rê nadin doktoran.
Sala 2007an jî Celaliyan li bajarê Kirmaşanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tê girtin û rastî êşkenceyên giran tê. Sala 2009’an jî, dadgehê bi tewana “muharib” ango “Xwedê nenasiyê” cezayê dardekirinê lê birîn.
Piştre jî, cezayê dardekirinê yê Celaliyan bi cezayê hetahetayî yê zindanê hate guhertin ku niha di zindana Kirmaşanê de, di bin êşkenceyê de tê girtin.
Keça Kurdan Zeyneb Celaliyan heta niha ji ber êşkenceyên giran gelek caran bi nexweşiyên giran ketiye û roj bi dû roja din her diçe rewşa wê ya tenduristiyê girantir dibe. Li gorî agahiyên herî dawî rewşa tenduristiya Zeyneb Celaliyan gelek giran e.