Rewşenbîrên Başûrî: Kongreya neteweyî wê bibe garantiya destketiyan

Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê banga KONGRA GEL a ji bo kongreya neteweyî nirxandin û gotin, "Yekane rêya têkoşîna li dijî mêtîngeriyê, kongreya neteweyî û yekîtiya neteweyî ye."

Rewşenbîran dan xuyakirin, ku eger banga KONGRA GEL bi cih neyê nayîn, xeteriyên ji yên sedsala 20'an mezintir dikarin derkevin pêşiya Kurdan û destnîşan kirin, ku berpirsyarê vê yekê jî wê yên stratejiya têkoşîna hevpar napejirînin bin.

Ji rewşenbîran Hengaw Haşim bal kişand ser guherînên bingehîn ên li Rojhilata Navîn û da xuyakirin, eger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk neynin, wê têkoşîna wan a hevpar xizmetê ji hinekî din re bike. Haşim got, "Banga dawî ya KONGRGA GEL gelekî girîng e, divê bersiv jê re bê dayîn. Ya ji bo Kurdan lezgîn û pêwîstî pê heye; afirandina stratejiyeke hevpar a têkoşînê ye."

Haşim da zanîn, ji ber ku Kurd li dora yekîtiya neteweyî li hev nacivin, timî dibin armanca êrîşan û got, "Kurd niha li bakur, başûr û rojava têkoşîneke mezin dimeşînin. Bi taybetî li Rojava û başûr, têkoşîneke lehengî li hemberî rêxistina herî mezin a terorîstan tê meşandin. Li bakur jî li dijî faşîzma dewleta Tirk têkoşîneke xurt tê meşandin. Ji bo encamên vê têkoşînê bi kêrî têkoşîna azadiyê ya Kurdan bê, pêwîste sekna ji hev parçebûyî ji holê were rakirin û hêza xwe bikin yek. Pêwîste bi hev re tevbigerin. Bİ vî rengî wê karibin mîna aktorekî xurt di karê ji nû ve dîzaynkirina herêmê de cih bigirin."

BANGA KONGRA GEL FIRSENDEKE GIRÎNG E

Nivîskarê sereke yê rojnameya SpîNewsê Şivan Mihemed jî diyar kir, divê xebatên ji bo kongreya neteweyî yên di sala 2014'an de hatin kirin ji nû ve destpê bikin û ji bo vê jî bal kişand ser girîngiya banga KONGRA GEL.

Şivan Mihemed got, "Şaş bû ku hingî kongre nehat lidarxisitn û ji bo Kurdan bû windahiyeke mezin. Diviyabû kongre pêk bihata. Dem bi Kurdan da windakirin. Bêguman dewletên herêmê asteng bûn li pêşiya vê yekê. Eger di wê demê de Kurdan ne li gorî van hêzan, lê li gorî berjewendiyên xwe tevbigeriyan, wê kongre pêk bihata û rewşa Kurdan wê ji niha baştir bûya."

Mihemed destnîşan kir, lidarxistina kongreyê îro mecbûriyeteke ji bo Kurdan û wiha dewam kir: "Lewma divê hemû hêz banga KONGRA GEL gelekî girîng bibînin. Eger ev neyê bikaranîn, wê windahiyên Kurdan mezintir bin. Mîna şerê Ebexê, wê Kurdistan ji nû ve bê parvekirin. Wê Kurd dîsa winda bikin. Ji bo ev nebe, pêwîste zext li partiyên siyasî were kirin."

GIRÎNG E HER KES JI BO KONGREYÊ SEFERBER BIBE

Mihemed anî ziman, kongreya neteweyî bi qasî ku ji partiyan re neyê hiştin girîng e û ji her kesî xwest bi vê berpirsyariyê rabe. Mihemed got, "Rewşenbîr, rojnamevan û gel divê zextê li partiyan bikin ji bo yekîtiya neteweyî. Lê mixabin rewşenbîr, medya me di vî warî de xwedî kêmasiyan e. Wekî din kongreya neteweyî ne tenê karekî partiyan e. Pêwîste hemû beşên civakê xwe di nava kongreyeke bi vî rengî de îfade bikin. Ji ber vê yekê divê her kes bi berpirsyarî rabin û kongreya neteweyî pêk bînin."