Ji Rewşenbîrên Başurê Kurdistanê Ahmet Arîf, Mele Şaxî û Alî Kerîm, têkildarî êrîşên rejîma AKP/Qesrê û girtina hevşaredarên HDP’ê û parlamenteran ji ANF’ê re nirxandin kirin.
ARÎF: YEKÎTIYA NETEWÎ ŞERT E
Ahmet Arîf: Erdogan, Sedam Huseyîn ê sedsala 21’emîn e, dixwaza ruhê diktatoriyê ji nû ve zindî û desthilatdar bike. Divê Kurd li pêşberî van êrîşên qirkirinê li hemû parçeyên Kurdistanê rabin ser lingan. Ji bo vê dereng jî bûye. Eger ku di demê vê de ev kar bihata kirin îro Erdogan ewqasî bi pêş de nediçû. Lê dibê ji niha û şûn de bikevin serhildanê ku faşîzma Erdogan a li dijî Kurdan bê rawestandin. Enceq bi ruhê yekîtiya neteweyî pêşî li van êrîşên faşîst bê girtin. Berevajî vê wê xeterî mezin bibe.”
MELE ŞÊXÎ: JI BERBELAVBÛNA TÊKOŞÎNÊ DITIRSIN
Mele Şêxî: “Diktatoriya Erdogan, ji berxwedana Bakurê Kurdistanê ya ku wê belavî parçeyên din ê Kurdistanê bibe ditirsiya. Ev tirs bû sedem ku êrîşî gelê Kurd bike. Piştî serkeftinên Kurdan ên di hilbijartinan de dewleta Tirk di çareseriya pirsgirêka Kurd de li şûna ku gavan bavêje, Erdogan dît ku wê dawiya wî bîne êrîşî gelê Kurd kirin.
Erdogan mîna Sedam Huseyîn ê ku bi Qirkirina Enfalê li ser Kurdan de hate bi rêbazekî din tê meşandin. Lê, wê dawiya Erdogan jî mîna Sedaê bibe. Divê Kurd bi serhildanê û ruhê yekîtiya neteweyî rabin ser piyan. Ji ber ku li dijî êrîşên Erdogan tenê rêya serhildan û yekîtiya neteweyî ye. Divê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê îro hemû sînorên xwe li dewleta Tirk bigire û nêzîkatiyekî zelal a neteweyî raber bike.”
KERÎMÎ: DIVÊ ÊDÎ KURD SEBIR NEKIN!
Alî Kerîmî: “Êdî ji bo çaresereriya pirsgirêka Kurd ti rê nemaye. Bi girtina Hevserokan hemû rê û rêbazên dîpolomasî ji holê hatin rakirin. Ev ne tenê wê ziyanê bide Kurdan, di heman demê de wê ziyanê bide dewleta Tirk jî.
Sînorê sebrê yê Kurdan jî heye. Ji vê kêliyê û şûn de hemû rêyên berxwedanê meşrû ne, têkoşîna li dijî êrîşan meşrû ne. Divê êdî Kurd li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk li benda sebra Eyub nemîne. Divê hemû partiyên siyasî li dijî vê bêdeng nemînin û têkiliyên xwe qut bikin. Yên ku li beramberî vê bêdeng bimînin di aliyê Kurdan de dibe yên têkçûyî.”