BI DÎMEN

Rewşenbîrên Başûrî: Em Kobanê fêhm bikin

Rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê silav dan Berxwedana Kobanê. Rewşenbîran xwestin, Berxwedana Kobanê hem bê fêhmkirin hem jî mînak were dîtin û banga têkoşînê li Kurdistaniyan kirin.

Rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê Adnan Omer Sabir, Seyfeddîn Sabir û Xerbî Xalitan, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji ANF'ê re axivîn.

'KOBANÊ RÛMETA NETEWEYA KURD E; EM WÊ BIPARÊZIN'

Adnan Omer Sabir got, "Gelê Kobanê li dijî barbariya DAIŞ'ê li ber xwe da û ew sekinand. Li gelek cihan, dewlet û mirov ji DAIŞ'ê tirsiyan û ji ber reviyan. Lê belê gelê Kobanê li ber xwe da û ji DAIŞ'ê re got, 'cihê te li vir nîne'. Yên ku bi berxwedana xwe Kurd bi hemû cîhanê dan naskirin û gihand vê astê, wan hemûyan pîroz dikim. Kobanê berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Di dîroka cîhanê de berxwedaneke bi vî rengî nehatiye dîtin. Jin û mêran bi hev re şer kirin û ji bo axa xwe û neteweya xwe, têkoşiyan. Kobanê îro sembola neteweya Kurd e, rûmeta neteweya Kurd e. Divê em lê miqate bin."

Sabir da xuyakirn, ku gelê Kerkûkê yê ku êrîşên dawî yên DAIŞ'ê şikand, tesîr ji berxwedana Kobanê dîtiye û got, "Mîna gelê Kobanê gelê Kerkûkê jî ev vîn nîşan da. Kobanê û Kerkûk çav û dilê Kurdistanê ne. Kobanê û Kerkûk bi xwîn û berxwedana xwe hatin naskirin. Ji heft heta heftê salî em amade ne xwe ji bo axa xwe feda bikin. DAIŞ jî, Tirkiye jî wê nikaribin bi ser bikevin."

'EM DERSÊ JÊ BIGIRIN Û BIBIN YEK'

Seyfeddîn Sabir got, "Berxwedana Kobanê komploya mezin a li ser Kurdan şikandiye" û wiha axivî: "Ez 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelê Kurdistanê pîroz dikim. Spasiya pêşmergeyên tevlî şerê Kobanê bûne jî dikim. Berxwedana Kobanê nîşan da, ku Kurdistan yek e û wê her yek be. Bi vê bîr û baweriyê, sînorên li Kurdistanê hatine xêzkirin, ji holê hatine rakirin. Vê yekê berxwedaneke ku navê xwe li dîroka Kurdan nivîsand, nîşanî me da. Serketina Kerkûk, Mahabad û Amedê ye. Kurdan bi gerîla û pêşmergeyên xwe li dijî DAIŞ'ê şer kirin û bûn yek."

Sabir diyar kir, vê berxwedanê armanca dijmin têk biriye û got, "Plana dijmin, dagirkirina Kobanê bû. Nekarî vê bi ser bixîne. Ev ji bo me bû dersek. Divê em yek bin. Me ev plan pûç kir, lê hê jî plan li ser me tên kirin û divê em li hemberî vê bibin yek. Pêwîste hemû aliyên siyasî berjewendiyên partiyan deynin aliyekî û yekîtiya neteweyî pêk bînin. Divê li dijî komployên navneteweyî yên mîna Sykes-Pîcot, em hişyar bin."

'EM BIKIN SEMBOLA ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ'

Xerbî Xalîtan jî ev nirxandin kir:

"Di dîroka Kurdan de gelek dijminên herêmî û navneteweyî hene. Van hemûyan bi qasî DAIŞ'ê zerar nedan gel û bajarên Kurdan. DAIŞ rêxistineke bê wijdan e ku mirovahî pê re nîne. Gel û şervanên Kobanê nîşanî me da ku bi çi rengî mirov dikarin li dijî vî dijminê hov bisekinin.

Berxwedana li Kobanê hat nîşandan, li ti devera cîhanê nehatiye dîtin. Stalîngrad jî ne bi vî rengî bû. Lewma em çiqasî gelê Kobanê pîroz bikin, kêm e. Lazim e tevahiya Kurdistan, Kobanê ji xwe re bike mînak. Ji xwe ya ku êrîşa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şikand, gelê Kerkûkê yê bi ruhê Kobanê bû. Divê were fêhmkirin bê gelê Kobanê 180 rojan çawa li ber xwe da û ev berxwedan mînak were girtin. Ez baagn li tevahiya gelê Kurdistanê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê dikim; Em Kobanê bikin sembola çar parçeyên Kurdistanê."