BI DÎMEN

Rewşenbîr û nivîskarên Başûrî: Em naxwazin leşkerên Tirk li Kurdistanê hebin

Rewşenbîrên Kurd gotin, "Dewleta Tirk hêzeke dagirker e. Hiştina vê hêzê li vê derê tê wateya gefa komkujiyê."

Rewşenbîr û nivîskarên ji Başûrê Kurdistanê bal kişandin ser xeteriya hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê û hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ajansa me re nirxandin.

AHMET: EM BÊDENGIYA RAYEDARÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ŞERMEZAR DIKIN

Bûrhan Ahmet da xuyakirin, ku ti feyda leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê nîne û destnîşan kir, hebûna leşkerên Tirk li hemberî azadiya gelê Kurd xeteriyeke mezin e. Ahmet got, "Em weke gelê Başûrê Kurdistanê ji hikûmetê dixwazin ku leşkerên Tirk derhal ji Başûrê Kurdistanê derxîne. Hiştina hêzeke bi vî rengî ya dagirker li vê derê, li hemberî gelê me gefeke komkujiyê ye. Em vê bêdengiya rayedaran û dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi vî rengî şermezar dikin. Pêwîstiya Kurdan ne bi leşkerên Tirk an jî leşkerekî dewleteke din, pêwîstiya Kurdan bi hêza xwe heye. Hêza xwe ya parastinê heye. Divê xaka Kurdistanê ji aliyê hêzên Kurd ve were parastin. Divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî zanibe, hebûna dewleta Tirk a li başûr, ji bo siberoja Kurdan rewşeke gelekî xetere ye.

AKCELAL: LEŞKERÊN TIRK DAGIKER IN

Kosret Akcelal da xuyakirin, ku dewleta Tirk ti carî nebû dostê Kurdan, timî dijminatî kir û got, "Leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne, hêzeke dagirker e. Peymanek hikûmeta Başûr di dema rejîma Baas de îmze kir, hînê tê meşandin. Ew leşker di encama peymana wê demê de li vir in."

Akcelal diyar kir, dewleta Tir îro li Bakurê Kurdistanê komkujiyên li dijî mirovahiyê dike, lê mixabin cîhan li pêşberî vê bêdeng e û got, "Di heman demê de gunên li Başûrê Kurdistanê jî her roj bombe dike. Li Qendîlê sivîlan qetil dike. Berê rejîma Baas qetil dikir, niha jî dewleta Tirk qetil dike. Mixabin hikûmeta Başûrê Kurdistanê li pêşberî vê rewşê bêdeng e. Bi dehan zarko, jin li Qendîlê hatin qetilkirin. Pêşmerge û gerîla hene ku ji bo Kurdistanê şer dikin. Divê ev bibin hêzek. Û axa Kurdistanê ji dagirkeriya leşkerên Tirk rizgar bikin."

SABIR: LEŞKERÊN TIRK LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC DIKE

Seyfettîn Sabir da zanîn, ew hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin û got, "Ji xwe bi ti awayî ne meşrû ye. Artêşa Tirk ku li Başûrê Kurdistanê baregehên dagirkeriyê ava kiriye, her roj bombeyan li Başûrê Kurdistanê dibarîne. Divê hebûna vê hêza xwe dispêre peymanên dema rejîma Baas, ji aliyê hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê ve neyê qebûlkirin."

Sabir diyar kir, dewleta Tirk li şûna ku pirsgirêka Kurd çareser bike, mafên gelê Kurd nas bike, tê li Başûrê Kurdistanê baregehan ava dike, bombeyan li gundên Başûr dibarîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ya ku dewleta Tirk dike sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di heman demê de êrîşa li hemberî mafên serweriyê yên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Sînor binpê dike. Divê Iraq û Başûrê Kurdistanê li hemberî vê bêdeng nemînin. Helwesteke xurt nîşan bidin. Li şûna ku hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê bê qebûlkirin, divê parastina xaka Kurdistanê ji aliyê gerîla û pêşmerge ve esas were girtin."

MÛSTAFA: PÊWÎSTE HÊZÊN KURD LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ HELWESTEKE HEVPAR NÎŞAN BIDIN

Sîrwan Mûstafa bibîr xist, ku hebûna leşkerên Tirk li Başûr an jî parçeyên din ên Kurdistanê rewşeke nû nîne û got, "Divê êdî ev yek bê qedandin. Ji xwe ev dagirkerî tiştekî nû nîne. Weke gelê Başûrê Kurdistanê me êşeke giran ji dagirkeriya Tirk, Ereb û Farsan kişand. Pêwîste ev êdî biqede. Lewma hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê tiştekî bê qebûlkirin nîne. Xwediyê vê xakê Kurd in. Dewleta Tirk jî hêzeke dagirker e. Ne tenê li Kurdistanê li Anatoliyê jî hêza dagirker e." Mûstafa da xuyakirin, ku divê Kurd berjewendiyên partî û rêxistinî deynin aliyekî û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

SEDAYÎ: EM LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIBIN YEK DENG

Sîrwan Sedayî destnîşan kri, ku dewleta Tirk di rêza destpêkê de dijminê gelê Kurd e û got, "Dewletên Fars û Ereb jî bi heman rengî dijminên Kurdan e. Yên Kurdistanê dagir dikin, ti carî nabin dost. Li Başûrê Kurdistanê hikûmetek heye, xwe bi rê ve dibe. Lê belê ev dewlet nikarin vê jî hezm bikin. Sedema mayîndekirina baregehên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê, ne hezmkirina vê vîna Kurdan e. Lê mixabin nerazîbûneke têrker nayê nîşandan. Hikûmet û gel li pêşberî vê bêdeng in. Pêwîste ev neyê qebûlkirin. Her roj li Başûrê Kurdistanê komkujiyan dike. Eger têkilî wê bi dewletên li herêmê re were danîn, divê li ser bingeha berjewendiyên gelê me be. Lewma em ji rayedaran dixwazin ku leşkerên Tirk derhal ji Başûrê Kurdistanê derxînin. Divê li Başûrê Kurdistanê ti leşkerên Tirk nemînin. Hêzên me yên pêşmerge û gerîla hene. Eger pêwîstiya me bi parastinê hebe, ev hêz têrê dike. Dewleta Tirk, ne ji bo parastinê, ji bo qetilkirina Kurdan li vir e. Lewma li dijî vê yekê divê em dengê xwe bikin yek û bilind bikin."

...