Rewşa Mûsilê ya erdnîgarî, civakî-çandî û eşîrî
Sînorên herêma Mûsilê heta ku derê ye? Tevîneka wê ya çandî ji kîjan komên etnîkî û mezhebî pêk tê? Eşîrên xwe yên bi bandor kîjan in û bandora wan a li herêmê di kîjan astê de ye?..
Sînorên herêma Mûsilê heta ku derê ye? Tevîneka wê ya çandî ji kîjan komên etnîkî û mezhebî pêk tê? Eşîrên xwe yên bi bandor kîjan in û bandora wan a li herêmê di kîjan astê de ye?..
Sînorên herêma Mûsilê heta ku derê ye? Tevîneka wê ya çandî ji kîjan komên etnîkî û mezhebî pêk tê? Eşîrên xwe yên bi bandor kîjan in û bandora wan a li herêmê di kîjan astê de ye? Di beşa îro ya dosya Mûsilê de, di çarçoveya van pirsan de rewşa civakî ya herêmê hatiye nirxandin.
REWŞA ERDNÎGARÎ YA MÛSILÊ
Me dabûn xuyakirin, ku Mûsil ji aliyê ragihandin, bazirganî û qenalên avê ve mîna 'xaçerêyekê' ye. Çemê Dîcle ku Mûsil li qiraxa wê hatiye çêkirin, yek ji sembolên girîng ê vî bajarî ye.
Çemê Dîcleyê yê ji Tirkiyeyê derbasî Iraqê dibe û piştî ku bi Çemê Firatê re digihêje hev li başûrê Iraqê li Şattul Ereb diherike nava deryayê, giyanê dide bajarê Mûsilê. Li gorî Mûsiliyan Dîcle tê wateya Mûsilê bi xwe. Çemê Dîcleyê yê di nava bajêr de derbas dibe, çavkaniya jiyanê ya bajêr e. Tevî çavkaniya xwe ya avê Çemê Dîcleyê bi rêya qenalan qadeke berfireh ji bo çandiniyê av dide. Tê gotin li bajarê Nînovayê qadeke çandiniyê ya 19.000 km²'yî heye.
Mûsilî dema bajêr pênase dikin, weke aliyên çep û rast ên Mûsilê dikin du parçe. Herikîna Çemê Dîcleyê ji bakurê Iraqê ber bi başûr ve, vê pênaseyê vedibêje. Yanî li gorî herikîna Çemê Dîcleyê aliyê rastê dibe 'Qiraxê Rastê' aliyê çepê jî dibe 'Qiraxê Çepê'. Cihê herî xetere yê Mûsilê aliyê çepê ye ku weke Mûsil a kevn tê zanîn. Di navbera salên 2005-2007'an de ev bajar weke 'bajarê mirinê' jî hatibû pênasekirin. Tê gotin di vê demê de, li aliyê çepê yê bajêr, mirov piştî saet 6'ê êvarê nediwêrîbûn derkevin kolanan. Li kolana Masarîf û kolana Şaredariyê ku li aliyê çepê yê bajêr in, weke 'kolanên mirinê' hatine binavkirin. Her wiha li aliyê rastê jî rêya Bexda û herêma El Wehdê weke herêmên mirinê hatin binavkirin.
Kolanên berê yên Mûsilê gelekî teng in û malên wan gelekî nêzî hev in. Komên baş bi vê herêmê dizanîbûn, ev der bi rengekî kêrhatî bi kar anîn. Tê gotin, Mûsil a kevn ji bo kesên çalakiyên şîdetê pêk danîn, weke herêmeke revê dihat dîtin. Ji ber ku ev herêm ji qiraxa Çemê Dîcleyê destpê dike û gav bi gav berjor dibe. Tê gotin leşkerên DYA'yî jî li vê herêmê nedixwestin derkevin operasyonê û gelek leşkerên DYA'yî di şerê li Iraqê de li vê herêmê jiyana xwe ji dest dane. Ya rast, ev der cihê destpêkê yê avabûna Mûsilê ye. Yanî wargehên mirovan ên destpêkê li aliyê çepê yê Mûsilê hatine çêkirin. Tê zanîn, berê li vê herêmê malbatên herî mezin ên Mûsilê diman, lê belê piştî sala 2003'an ji vê derê çûn e. Tê gotin ev malbatên berê li vir jiyan, 'Mûsiliyên rasteqîn' in. Li Mûsilê Ereb û Mûsilî (bi zimanê xwecihî Mûslawî jê re tê gotin' ji hev cuda ne. Dema Mûsilî tê gotin, malbatên berê yên Mûsilê tê bîra mirovan. Li aliyê din 'Mûsilîbûyîn' li nava Mûsilê bi xwe weke îmtiyazekê tê dîtin. Mûsilî tê wateya dewlemendî, xwedî çand, xwedî bingeh û xwedî exlaqeke malbatî. Yanî li gorî malbatên Mûsilî yên xwecihî, yên li bejahiya Mûsilê dijîn 'Mûsilî' nînin, ew 'Ereb' in. Li vê derê Ereb weke welatiyên di dereceya duyemîn de ne, tên bilêvkirin. Tevî ku malbatên 'Mûsilî' ji Mûsil a berê koç kirine jî, şopên wan hînê li vê derê hene.
Çavkaniya aboriyê ya nifûsa Mûsilê çandinî û sewalkarî ye. Çavkaniyên xwe yên avê û qadeke berfireh a zîretê, Mûsil kiriye bajarekî zîretê. Piraniya berhemên xwe yên çandiniyê genim û ceh in. Kêm jî be karê çandiniya pembo, tûtin, kenewîr, kuncî û çêkirina rezan heye. Li herêmên çiyayê yên navbera rojhilatê Mûsilê û Çemê Dîcleyê, keriyên pez hatine xwedîkirin, li çolê jî girîng ji xwedîkiririna deveyan hatiye dayîn. Li Mûsilê ji bilî tevnên destan, karekî endustriyel nayê dîtin. Rêya Îpekê, qenalên avê û Ava Zê ya Biçûk û Mezin û Çemê Dîcleyê, her wiha rezervên petrolê Mûsilê ji aliyê stratejîk ve girîng dike. Ji sedî 95 ê hatineya îro ya Iraqê ji petrolê bi dest dikeve. Ji sedî 65 ê petrola cîhanê ya tê zanîn li herêma Rojhilata Navîn e û li gorî pêşdîtinan çavkaniyên petrolê yên li derveyî Rojhilata Navîn wê di demeke nêz de biqedin. Ji ber vê yekê dibe ku rêjeya petrola Rojhilata Navîn li gelemperiya cîhanê bigihêje heta ji sedî 85'an. Li Iraqê ji sedî 10 ê petrola tevahiya cîhanê heye. Û ji sedî 20 ê van rezervan li Başûrê Kurdistanê yanî li Mûsilê ne.
Mûsil ku di heman demê de naveda wîlayeta Nînova ya li bakurrojavayê Iraqê ye, ji ber vê rewşa xwe ya taybet hîn bêhtir bala DAIŞ'ê kişand ser xwe. Mûsil ji berê ve weke herêmeke hilberîna zîreî ya bersivê dide pêdiviya Bexda û derdora wê ya bi zad û weke navendeke aborî û bazirganiyê ye. Dema çavkaniyên xwe yên dewlemend ên petrolê jî bên nirxandin, wê girîngiya xwe ya erdnîgarî û aborî ji bo DAIŞ a dixwaze li Sûriye û Iraqê dewleteke nû ava bike, bêhtir bê fêmkirin. Divê neyê ji bîrkirin; DAIŞ'ê li Sûriyeyê jî herêmên petrolê yên ji nifûsa Sûnî Reqqa û Deyrîzor kontrol dike, ku ji aliyê stratejîk û aborî ve ev herêm ne kêm in. Mûsil ji aliyê erdnîgarî ve nêzî herêma li li bakurrojavayê Sûriyeyê ya di destê DAIŞ'ê de ye. Ji ber ku çûn û hatina navbera Iraq û Sûriyeyê gelekî zêde ye, DAIŞ'ê bi hêsanî Mûsil dagir kir. Bi vî rengî DAIŞ'ê ji bo Dewleta Îslamî ya Iraş-Şamê ku dixwaze ava bike, li aliyê Iraqê hîmekî girîng bi dest xist.
REWŞA XWE YA CIVAKÎ-ÇANDÎ
Rewşa civakî û çandî ya Mûsil û derdora wê, ji bo fêmkirina qewimînên dawî yên roja îro yên li herêmê, gelekî girîng e. Li gorî rewşa kozmopolît a bajarê Mûsilê ku ji pêkhateyên eşîr, etnîkî û olî pêk tê, di dema Abdulhamîd ê 2. de (1876-1909) de li herêmê rêbazeke rêveberiyê ya bi rengê 'eşraf û yekîtiya Îslamê' hat meşandin. Di vê çarçoveyê de reîsên Eşîrên koçer ên Ereb (bedewî) eşîrên Kurd, şêxên terîqetên Kadîrî û Neqşî (Halîdî) û eşrafa xwecihî gelekî bi qedir û qîmet hatin dîtin. Bi rêbaza dayîna maeş, navdayîn û fermandariya Hamîdiye re hewl hat dayîn yekser bi padîşah ve, bi rêveberiya navendî ve bê girêdan. Ev siyaseta ku bi giranî bi ser ket, di heman demê de bû sedem ku hin hêzên zordar ên xwecihî xurt bibin, ewlekarî qels bibe û di rêveberiya wîlayetê de gilî û gaziyên li ser bertîl, îstîsmar û nelirêtiyê zêde bibin. Di nava tevîneka xwe ya civakî de eşîrên Ereb û Kurd ên bi rêbaza bedewî dijîn, bûn xwedî cihekî girîng. Piştî ku DAIŞ'ê Mûsil dagir kir, Kurd û Tirkmenên bîat jê re nekirin bajar terikandin, hin jê jî hatin qetilkirin. Piştî dagirkeriya DAIŞ'ê li Mûsilê bi giranî Erebên Sûnî man û radestkirina Mûsilê li ser vê faktorê pêk anî.
Dîzayna Rojhilata Navîn di ser Mûsilê re tê pêkanîn. Hem bawerî hem jî kaosa ji ber şerê li vê derê derkeve holê, pêkane ku bibe modelek. Li ıraqê jiyana bi rengê 'Mûslawî' yanî bi Mûsilî, li gelek herêman bi bandor e. Mînak; rewşa şerê bêdawî bû sedem ku li Mûsilê li avahiyên du qatî jî jêrzemîn bêçêkirin. Bi kurt û kurmancî Mûsil tê wateya şêweyê jiyana di nava şerê hertimî de.
NIFÛS Û EŞÎRÊN XWE
Li wîlayeta Mûsilê hin caran serjimartina hemû mirovên li tevahiya wîlayetê, carna bi tenê serjimartina mirovên li navenda wîlayetê dijîn, carna bi tenê serjimartina mêran, carna jî ya gel hemû hatin çêkirin. Ev yek jî nîşan dide ku sermijartina nifûsê ya hatiye kirin, li pîvanên roja îro nayê. Beriya Yekemîn Şerê Cîhanê li Wîlayeta Mûsilê ji 50.000 heta 400.000 mirov dijiyan. Di serjimartinê de nifûsa mêran esas hatiye girtin. Û ev jî li gorî baweriyên xwe yên olî hatine dabeşkirin. Bi giranî ji bo berhevkirina bacê û destnîşankirina potansiyela leşkeran ev serjimartin hatiye kirin û jin nehatine jimartin.
Di serjimartina ji aliyê dewleta Osmanî ve di salên 1881-83'an hat kirin de, gelê Mûsilê weke Misilman, Rûm, Ermenî, Katolîk, Yahûdî, Protestan, Keldanî, Yakûbî, Êzidî û Marûnî hatin tesnîfkirin. Li gorî vê yekê ji sedî 55 Kurd, ji sedî 23 Ereb, ji sedî 8 Tirk û ji sedî 14 jî ji gelên din pêk tê. Di serjimartinê de hat tespîtkirin ku nifûsa giştî ya wîlayeta Mûsilê 785.498 kes in û ji van 424.720 Kurd in, 30.000 Kurdên Êzidî ne, 185.763 Ereb in, 65.895 Tirkmen in, 79.120 jî Xiristiyan/Yahûdî ne.
Di serjimartina Iraqê ya sala 1997'an de nifûsa Mûsilê weke 2.042.000 kes hatin tespîtkirin. Berfirehiya vê serjimartinê nehatiye bidestxistin.
Eşîrên Ereb ên li Mûsilê
1-Eşîra Banî Assad (Mûsil, Nasriye, Erebê Sûnî),
2-Eşîra Şahvan (Mûsil, Erebê Sûnî),
3-Eşîra Dûleymî (Bexda, Fellûce, Ramadî, Bûtbah, Mûsil, Erebê Sûnî),
4-Eşîra Sana-Sammer (Basra, Mûsil, Kerkûk, Erebê Sûnî),
5-Eşîra Ubeydî (Kerkûk, Tîkrît, Samarra, Mûsil, Bexda, Erebê Sûnî),
6- Eşîra Nasir (Tîkrîtî) (Tîkrît, Bexda, Mûsil, Erebê Sûnî),
7-Eşîra Samarrî (Mûsil, Sîncar, Tîkrî, Erebê Sûnî),
8-Eşîra Besler (Mûsil, Tîkrît, Bexda, Tirkmenê Sûnî),
9-Eşîra Mûalla (Kap-lanî) (Mûsil, Telafer, Tirkmenê Sûnî),
10-Eşîra Cûbûrî (Mûsil, Bexda, Tîkrît, Kerbela, Ereb, Ji sedî 70 Sûnî, ji sedî 30 Şîa),
11-Eşîra Neîîm (Mûsil, Kerkûk, Erebê Tirkmen),
12-Eşîra Melalî (Mûalla-yî) (Mûsil, Tirkmenê Sûnî-Şîa, Ereb),
Eşîrên Kurd ên li Mûsilê:
Eşîra Herkî: Ev eşîr xwedî 50 hezar endaman e û serokê wê Mûhammed Cîhangîr Herkî ye. Eşîra ku li Behdînan û Soran xwedî du baskan e, li Akrê û Revandûzê bi cih bûye, li herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê jî belav bûye. Eşîra Herkî xwedî hêzeke çekdarî ya heta 10 hezar endaman e. Bi nêzîkatiyeke nêzî Tirkiyeyê tê naskirin. Eşîra Herkî li Mûsil, Kelek, Akrê, Duhokê bi bandor e. Ji lîderên Eşîrê Cevherê Herkî, bi Mesûd Barzanî re demeke dirêj xwedî pirsgirêkan bû, di dema Saddam de bi rejîma Baas a Iraqê re tevgeriya. Di sala 2004'an de di çarçoveya aştiya civakî ya bi Rêveberiya Herêmî ya Kurd re, cihê xwe di nava aborî û qada siyasî ya Başûrê Kurdistanê de girt. Cevher aga li Tirkiyeyê (Mersînê) dijî.
Eşîra Surçî: Eşîra ji 65 hezar endaman lîderê wê Omer Xidir Surçî ye. Hin navên di nava eşîrê de derdikevin pêş Nejat Surçî, Mûhammed Emîn Ahmed Abdî ne. Eşîra Surçî li Duhok, Akrê, Hewlêr, Mûsil, Herîr, Xelîfan, Şaklava û Soranê belav bûye. Yek ji eşîrên herî xurt ên Başûr e. Ji ve eşîrê Huseyîn Xidir Surçî ji ber giraniya xwe weke lîderê xwezayî yê Yekîtiya Eşîrên Kurd a di sala 1991'ê de ava bû, hat destnîşankirin. Xidir Surçî di sala 1996'an de di şerekî li hemberî PDK'ê de jiyana xwe ji dest da. Vê eşîrê di sala 1994'an de di şerê navbera PDK û YNK'ê de destek da YNK'ê. Beşa eşîrê ya li Mûsilê, ku ji zêdeyî 100 malbatan pêk tê, alîgirê Saddam Huseyîn e. Li Mêrdînê jî 30 gundên vê eşîrê hene. Eşîr têkiliya xwe bi Sûriye, Erebîstana Siûdî û Lîbyayê jî heye. Eşîr xwedî hêzeke çekdarî ya ji 3500 kesî ye.
Eşîra Zebarî: Lîderên vê eşîra li Duhok, Hewlêr û Mûsilê bi cih bûye, hem di dema Saddam de hem jî di dema piştî Saddam de li mewkiyên girîng wezîfeyê dikin. Nifûsa xwe bi qasî 29 hezaran e. Ev eşîra alîgirê PDK'ê ye, li navçeya Colemêrg Geverê xizmên xwe hene û bi qasî hezar çekdarên xwe hene.
Eşîra Zengene: Ev eşîra li Kerkûk, Kifrî û Derbendîxanê bi cih bûye, ji du baskan pêk tê. Lîderê baskê yekemîn Îbrahîm Haci, lîderê baskê duyemîn jî Rustem axa ye. Bi qasî 100 hezar endamên xwe hene û piraniya wan jî çekdar in. Piştî şerê Mûsilê ji endamên eşîrê yên li Mûsilê yên xizan, li gundan man. Vana ji neçarî DAIŞ pejirandine û weke DAIŞ'ê tevdigere. Alîgirê PDK'ê ne.
Sibe: Beriya operasyona Mûsilê rewşa Mûsilê û amadekariyên DAIŞ'ê