Rêwîtiya serketin û azadiya Minbicê
Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya di 1'ê Hezîranê de destpê kir, ji bo pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, tecrûbeya destpêkê ya girîng û stratejîk bû.
Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya di 1'ê Hezîranê de destpê kir, ji bo pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, tecrûbeya destpêkê ya girîng û stratejîk bû.
Pêngava Rizgarkirina Minbicê di 1'ê Hezîranê de ji herêmên Tişrîn û Qereqozaxê bi 4 baskan ve destpê kir.
Di qonaxa destpêkê ya pêngavê de gund, gundik û bejahiya Minbicê hatin rizgarkirin. Di çarçoveya pêngava bi 4 baskan ve destpê kir, şervanên Meclîsa Leşkerî yên ji bakur û başûrê Minbicê ve bi pêş ve çûn, di demeke kurt de zêdeyî 200 gund û gundik rizgar kirin.
Şervanên ji aliyê bakur û başûr ve dimeşiyan, li rojhilatê bajarokê Arîma yê li ser rêya Minbic û Babê gihaştin hev û bi vî rengî ji çar aliyan ve dor li bajêr girtin.
Di qonaxa duyemîn de jî, di encama şerekî dijwar de navenda bajêr hat rizgarkirin. Şervan kolan bi kolan bi pêş ve çûn, sivîl ji bajêr derxistin û bajar ji çeteyan paqij kirin.
Herî dawî Xaçerêya Ewlekariyê hat rizgarkirin û çete li qadeke teng a taxa El Sirribê hatin asê kirin. Di encama şerekî dijwar ê li vir de şervanên Meclîsa Leşkerî mizgîniya serketinê dan.
Û bi vî rengî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bajar bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
ÇETEYAN JI BO ŞIKANDINA DORPÊÇIYÊ ÊRÎŞ KIRIN Û HER CARÊ TÊK ÇÛN
Piştî ku bajar bi temamî hat dorpêçkirin, çete ji bo dorpêçiyê rakin, 6 caran êrîşên mezin pêka nîn.
Ji çemê Sacur ê li bakur, gundê Oseclî yê li rojava, Xirbet El Rûs ê li başûr û heta bendava Tişrînê, 6 êrîşên mezin hatin kirin. Ev hemû êrîş hatin şikandin û çete hatin têk birin.
ÇETEYÊN DAIŞ'Ê KELEHA XWE YA STRATEJÎK WINDA KIRIN
Rizgariya Minbicê, piştî Hol û Şedadê bû keleha herî stratejîk ku çeteyan winda kirin. Minbic weke paytexta veşartî ya çeteyên DAIŞ'ê dihat naskirin. Bi rizgarkirina Minbicê re rêya çeteyan a navbera Iraq û Sûriyeyê jî ket bin kontrola pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.
Minbic, ku piştî Helebê yek ji mezintirîn bajarên Sûriyeyê ye, ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin û ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat rizgarkirin.
DERBEKE GIRAN A ABORIYÊ LI ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HAT XISTIN
Weke ku tê zanîn, çeteyên DAIŞ'ê beşeke mezin a hatineyên xwe yên aboriyê ji firotina petrolê distîne. Minbic, ji ber ku yek ji navendên firotina petrola Sûriye û Iraqê ji bo Tirkiyeyê bû, ji bo çeteyên DAIŞ'ê cihekî stratejîk bû.
Çeteyên DAIŞ'ê petrola xav a li Iraq û Sûriyeyê, bi saya dewleta Tirk û PDK'ê di ser Başûrê Kurdistanê re digihand bazara Tirkiye û cîhanê. DAIŞ'ê her wiha ji xeta Minbic-Cerablûsê, bi buhayekî gelekî erzan petrol difirot Tirkiyeyê û bi vî rengî aboriya AKP/Qesrê xurt dikir.
Lewma çeteyên DAIŞ'ê bi saya vê çavkaniya pereyan a li vê derê, bi hêsanî çek ji xwe re peyda dikir. Vê pêngavê, ev derfet ji destê DAIŞ'ê derxist û debeke giran a aborî li DAIŞ'ê xist. Bi vî rengî xist nava krîzeke aboriyê.
Çeteyên li Reqqa û Dera Zor, dibe ku di nava krîzeke mezin a aboriyê de bijîn. Ev yek wê bandorê li herêma Şehba jî bike.
Weke encam, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xwe îspat kir, Minbic rizgar kir, Cerablûs û Bab dorpêç kir.
DI PÊNGAVA RIZGARKIRINÊ DE BI QASÎ 200 HEZAR SIVÎL HATIN RIZGARKIRIN
Piştî ku navenda bajêr hat dorpêçkirin, çeteyên DAIŞ'ê sivîlên li bajêr dîl girtin û ji bo xwe weke mertalên zindî bi kar anîn. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku ji bo jiyana sivîlan gelekî bi hesas tevdigeriyan, ji ber vê yekê leza operasyonê kêm kirin û operasyon bi rengekî bi kontrol meşandin.
Ji aliyê yekîneyên pispor ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve sivîl hatin veguhastin. Ji destpêka pêngava rizgarkirina Minbicê û vir ve bi qasî 200 hezar sivîl hatin rizgarkirin û gihaştin qadên azad.
Gelên Sûriyeyê yên hêza xwe ji nirxên demokratîk û însanî digirin, bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û pêngava azadiyê re, hîn bêhtir bûn xwedî hêvî û kêfxweşî.
Li eniya şer a Minbicê, me roj bi roj, saet bi saet, gav bi gav pêngava rizgarkirinê şopandin û di vê der barê de gelek nûçe, analîz, wêne û dîmen bi raya giştî re parve kirin.
Bi vê pêngavê re, mozaîka gelan û pirengiya li Minbicê wê ji nû ve bê avakirin, ku ev mozaîk ji aliyê rejîma Baas û komên çete yên mîna DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û Ceyş El Îslam ve ji holê hatibû rakirin.
Pêngava azadiyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku bi serketinê qediya, xuya ye wê di dema pêş de hîn bêhtir bê nîqaşkirin.
Bêguman şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi rizgarkirina Minbicê re keleheke din a stratejîk li nava nirxên însanetiya pêşverû ya cîhanê, Sûriye, Rojava û Rojhilata Navîn, zêde kirin.
Bi rizgariya Minbicê re rûpelekî nû vebû. Hevsengiyên heyî yên şer guherîn.
Û xuya ye pêvajoya rizgarkirinê wê bi tenê li Minbicê nemîne, wê dewam bike...