Ji 2 rêveberên BDP'ê yên navçeya Hezexê yên Şirnexê Yasîn Oztaş hate girtin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di 15'ê Gulanê de di serdagirtina malan de rêveberên BDP'ê yên Hezexê Ekrem Şavli û Yasîn Oztaş hatibûn binçavkirin û derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê Ekrem Şavli serbest hate berdan û Yasîn Oztaş jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê jî bi îdîayên "Endamê rêxistinê" û "Propagandeya rêxistinê kir" biryara girtina Oztaş da.