BI DÎMEN

Restorasyona pira dîrokî ya hezaran salî, radestî karkerên rêyên bejahî hatiye kirin

Berdevkê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Dr. Veysî Ayhan da xuyakirin, ku restorasyona pira ji kevir a du qatî, ku yek ji berhemên herî kevn ên Heskîfê ye, ji aliyê karkerên rêyên bejahî ve tê meşandin.

Berdevkê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Dr. Veysî Ayhan da xuyakirin, ku restorasyona pira ji kevir a du qatî, ku yek ji berhemên herî kevn ên Heskîfê ye, ji aliyê karkerên rêyên bejahî ve tê meşandin. Ayhan got, "Heskîf ji 10 pîvanên Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê xwedî 9 pîvanan e. Ji bo Heskîf di binê avê de neyê hiştin em bi biryar in, ku bi çalakiyên cuda re li nava UNESCO bi cih bikin."

Aktîvîstê hawirdorê Dr. Veysî Ayhan diyar kir ku plana Benava Ilisûyê ya di bin navê ewlekariyê de tê çêkirin, pêwendiya xwe bi polîtîkayên li Rojhilata Navîn re heye û got, "Ji sala 1950'î û vir ve Heskîf bi xeteriya bendavê re rû bi rû hat hiştin. Di sala 1980'ê de lez dan vê projeyê, di salên 1990'î de lez dan xebatên bendavê û niha gewdeya bendavê hindik maye biqede. Bi xebatên ji niha û pê ve re xuyaye wê êdî av lê kom bibe. Ji bo Heskîfê ji binavbûnê were rizgarkirin, rêxistinên civakî yên sivîl û girseyî gelekî israr kir, lê belê tevî vê yekê jî zîhniyeta heyî di çêkirina bendavê de ji ya xwe venegeriya. Gelek sedemên vê hene; dibe ku ji ber 'ewlekariyê' be, dibe ku ji ber qewimînên li Rojhilata Navîn dixwaze kontrola avê di destê xwe rabigire û xwezayê ji hev parçe bike."

YA KU HERÎ ZÊDE NÊZÎ 10 PÎVANÊN UNCESCO YE, HESKÎF E

Ayhan bibîr xist ku Heskîf yek ji cihên kêm hatiye dîtin e ku xwedî 9 pîvanên ji 10 pîvanên Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO ye û got, "Ji bo Heskîf ji nifşên nû re bê ragihandin, UNESCO yek ji lingên girîng ê vê yekê ye. Bêguman ji bo rewşeke bi vî rengî pêk were, divê ev yek bi rêya Wezareta Çand û Tûrîzmê were kirin. Yanî serlêdanên me yên rêxistinên civakî yên sivîl nayên qebûlkirin. Halbûkî Heskîf ji 10 pîvanên mîrateya çandî ya UNESCO xwedî 9 pîvanan e. Pîramîtên Misirê xwedî 3 ji van pîvanan e, lê Heskîf xwedî 9 pîvanan e. Li Brezîlyayê qada Parastina Amazonan heye, ew jî xwedî 2 pîvanan e. Taçmaha ya Hîndîstanê jî xwedî pîvanekê ye. Lê belê tevî ku Heskîf xwedî 9 pîvanan e, Wezareta Çand û Tûrîzmê pêwîstî nabîne serî li UNESCO bide. Di vî warî de israra me wê bidome. Ji bo Heskîf di nava Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO de cih bigire, bi çalakiyên cuda wê hewldanên me bidome.

RADESTÎ KARKERÊN RÊYÊN BEJAHÎ KIRINE

Ayhan da xuyakirin ku li aliyekî hewldanên ji bo binavkirina Heskîfê tên kirin, li aliyê din jî cihên ku wê di binê avê de bimînin tên restorekirin. Dr. Ayhan diyar kir ku pira kevir a ji du qatan a dîroka xwe hezaran salî ye, ji aliyê karkerên rêyên bejahî ve tê restorekirin û got, "Ji ber ku Heskîf di sala 1978'an de weke qada sît a di asta yekemîn de hat îlankirin, ji hingî ve karekî temîratê nehatkirin. Halbûkî dewlet û zîhniyeta serdest, bi binpêkirina hemû mewzûatan re dikare bi carekê ve temamiya Heskîfê di binê avê de bihêle. Tiştekî ecêb e, yek ji cihên di binê avê de bê hiştin Tirba Zeynel Beg û pira dîrokî, li gorî aqlê xwe qaşo restore dikin. Hem di binê avê de dihêlin, hem jî restore dikin. Tiştekî ecêb e. Restorasyona wan jî ji aliyê ekîbeke ji karkerên rêyên bejahî ve tê kirin. Bi celebekî kevirê ji Nevşehîrê aniye re, restorasyonê dikin. Bêyî ku li cem wan arkeoloj û mirovên pispor hebin, restorasyonê dikin."

...