Rejîma Îranê du ciwanên Kurd kuşt

Rejîma Îranê du ciwanên Kurd kuşt

Hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê du ciwanên din ên Kurd kuşt. Hate ragihandin leşkerên rejîmê şeva din li Serdeştê gulle li ciwanê Kurd Rehman Dilsoz reşand û jiyana xwe ji dest da. Her wiha, di heman rojê de leşkerên rejîmê gulle li ciwanê Kurd ê endamê PDK-Îranê Yusif Marifî reşand û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên ewlekariya rejîşa Îranê şeva 15’ê gulanê li bajarê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê gulle li ciwanê Kurd ê bi navê Rehman Dilsoz reşand û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya servîsa Kurmanciya Jêrîn (Soranî) ya ANF’ê, demjimêr di 12.45 de hêzên ewlekariya Îranê li Serdeştê gulle li Rehman Dilsoz reşandin û kuştin. Hêjayê gotinê ye ku Dilsoz bavê du zarokan e û 26 salî ye.

Li gorî nûçeya malpera Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) hêzên ewlekariya rejîmê gulle li endamek ê PDK-Î yê bi navê Usif Merûfî reşandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku yê ji Şinoyê xwedî malbat e û ji bo debara xwe giya û pincar li çiyê kom dikir û difirot.