‘Rêbertî xeta me ya sor e’
Gerîlayên HPG û YJA Starê bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, “Rêber Apo xeta me ya sor e. Heta em agahiyê jê bigirin û wî azad bikin, em ê têbikoşin.”
Gerîlayên HPG û YJA Starê bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, “Rêber Apo xeta me ya sor e. Heta em agahiyê jê bigirin û wî azad bikin, em ê têbikoşin.”
Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li girava Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê girtin, ji 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê û vir ve ti agahî jê nayê girtin. Tevî ku rayedarên AKP’ê dibêjin rewşa Ocalan baş e jî, ev daxuyaniyên rayedaran nabin bersiv ji fikarên gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurd re. Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ajansa me re axivîn, tecrîda li ser Ocalan nirxandin. Gerîlayên HPG û YJA Starê bal kişandin ser fikarên xwe yên têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd û destnîşan kirin, ku Ocalan ji bo wan xeta sor e. Gerîlayan gotin, heta Ocalan azad bibe ew ê têkoşîna xwe bi rengekî çalak bidomînin.
ARMANCA ME YA BINGEHÎN AZADIYA RÊBERÊ ME YE
Gerîlaya YJA Starê Raperîn Vînar da xuyakirin, ku hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê çiqasî neserketî jî be, vê hewldana darbeyê tecrîda li ser Ocalan û zextên li ser gelê Kurd zêde kiriye. Gerîla Vînar got, „Em niha nikarin ti agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Ji xwe ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve tecrîd li ser Rêberê me heye. Nahêlin parêzer û malbat wî bibînin. Li hemberî Rêberê me niha hiqûqa şerê taybet tê meşandin. Ji 5’ê Tîrmehê û vir ve tecrîdeke girankirî heye. Ji 15’ê Tîrmehê ve em ji jiyana wî bi fikar in. Tevî ku dewleta Tirk dabe xuyakirin, ku rewşa wî baş e, tiştekî xetere nîne, em bi ti awayî ji dewleta Tirk bawer nakin.“
Raperîn Vînar diyar kir, armanca bingehîn a gerîla azadiya Ocalan e û banga hişyarî û baldariyê li gelê Kurd kir: „Tevî ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me hewldaneke berfireh heye jî ev têrê nake. Pêwîste Rêberê me bi her awayî were azadkirin. Bi vî rengî aştî û aramî dikare pêk werin. Bi darbeyê re jiyana Rêberê me ket nava rewşeke xetere. Em rewşê bi vî rengî dibînin. Li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk ên tinekirina gelan, divê biratiya Kurd-Tirkan bê destnîşankirin. Ev ruhê biratiyê wê ji bo azadiya Rêberê me bibe zemîna têkoşîna hevpar.“ Raperîn Vîna bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan li dijî biçûkxistina jinê û pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jinê derketiye û got, „Lewma Rêbertî ji bo me sedema hebûnê ye.“
DI ŞEXSÊ RÊBERÊ ME DE MIROVAHÎ HATIYE TECRÎDKIRIN
Gerîlayê HPG’ê Zagros Serhat da zanîn, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve dewam dike û got, „Ev tecrîd yekser li ser Rêbertî ye,lê belê di şexsê wî de mirovahî hatiye tecrîdkirin. Di vê dema dawî de, piştî bûyerên dawî agahî ji Rêbertî nayê girtin. Ev yek jî ji bo gerîla tê wateya sedema şerê topyekûn.Rêberê me nîşaneya veguherîna li cewhera mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê divê gel tecrîdê qebûl nekin, rabin serhildanê û kolanan vala nehêlin. Pêwîste mirov ji daxuyaniyên bi vî rengî yên dewlet û hikûmetê bawer nekin.“
Zagros Serhat diyar kir, heta agahiyeke zelal ji Ocalan bê girtin divê gelê Kurd kolanan vala nehêle û wiha dewam kir: „Bêguman ev rewş ji bo gerîla sedema bingehîn a şer e. Gerîla ji her demê bêhtir xurt e. Xwedî wê hêzê ye ku bersiva herî baş bide pêvajoyê. Lewma em ê erka dikeve ser milê xwe bi rengê herî baş bicih bînin. Rêberê me ji bo gelê Kurd û tevgera me tê vê wateyê. Ji bo hemû gelan jî xeta sor e. Nirxê me yê herî girîng e û ji bo azadiya wî divê kolan vala neyên hiştin û gerîla bi awayê herî aktîf rola xwe bilîze.“
RÊBERÊ ME BÛYE RONAHIYA ROJHILATA NAVÎN
Gerîlaya YJA Starê Şîlan Zap destnîşan kir, ku ew bi ti awayî ji daxuyaniyên rayedarên dewletê yên li ser rewşa Ocalan yeqîn nakin û diyar kir, eger li bendê de gerîla ji wan bawer bikin, wê demê divê gerîla bi çavên xwe Ocalan bibîne.
Şîlan Zap got, „Piştî vê hewldana darbeyê divê gel bi ti awayî kolanan vala nehêle. Ciwan, extiyar, jin zarok divê her kes çalakiyên xwe bidomînin. Em Rêberê xwe weke Rêberê tevahiya Rojhilata Navîn dibînin. Lewma Rêberê hemû herêmê hatiye girtin û tecrîdkirin. Ji niha û pê ve ji bo azadiya Rêberê xwe em ê bêrawestan têbikoşin. Ji ber ku Rêberê me ji bo tevahiya Rojhilata navîn bûye çavkaniya ronahiyê.“
EM BI RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ JI BO AZADIYA RÊBERÊ XWE TÊBIKOŞIN
Gerîlayê HPG’ê Rûbar Qoser bal kişand ser fikarên tevgera azadiyê û gelê Kurd ên li ser jiyana Ocalan û got, „Rêberê me di hevdîtineke bi heyeta HDP’ê re gotibû ‚150 metreyî dûrî min in, gefê li min jî dixwin.‘ Ji xwe hikûmeta AKP’ê heman piştî darbeyê got, wê sê mehan agahî ji Îmraliyê neyê girtin. Ev yek jî fikarên me zêde dikin. Yên vê tecrîdê giran dikin, divê hesabê vê jî bikin. Rêbertî ji bo tevgerê, ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tê wateyeke mezin.“
Gerîla Rûbar Qoser destnîşan kir, nêzîkatiya li Ocalan nêzîkatiya li gelê Kurd e û ev bang li gelê Kurd kir: „Di vê demê de pêwîste gelê me bi taybetî biherike kolanan. Çawa ku bi ruh ê berxwedana Kobanê qad li mêtîngeran bû dojeh, heta ku agahiyek zelal ji Rêbertî bê girtin, divê sekin nebe. Ji ber ku yê em gihand van rojan Rêber Apo ye. Eger em îro li cîhanê weke gelê Kurd bi rengekî bi rûmet dijîn ev bi saya Rêber Apo ye. Ji bo mirovan vexwarin avê çiqasî pêwîst be ji bo jiyanê, girtina agahiyê ji Rêbertî, xwedîderketina li Rêbertî û azadkirina wî jî ji bo me di heman astê de girîng e.“