Rêber Şengalî: Mafê me ye em xweseriya Şengalê ava bikin
Rêber Şengalî da xuyakirin, ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de bi destê cîran, pêşemerge û DAIŞ'ê ferman bi serê wan ve hatiye û got, "Mafê me ye em xweseriya Şengalê ava bikin. Ez bang li Êzidiyên ji Şengalê çûne dikim, ku vegerin û tola xwe hilînin."
DELÎLA DÎLAN/ RIZGAR DENÎZ
ŞENGAL
çarşem, 27 tîrmehê 2016, 12:29
Rêber Şengalî da xuyakirin, ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de bi destê cîran, pêşemerge û DAIŞ'ê ferman bi serê wan ve hatiye û got, "Mafê me ye em xweseriya Şengalê ava bikin. Ez bang li wan Êzidiyên dikim ên ku ji Şengalê çûne, bila vegerin û tola xwe hilînin."
Berpirsyarê Asayîşa Kampa Seîd, Rêber Şengalî rojên êş, azar, berxwedana civaka Êzidî ji ANF'ê re vegot.
"Ferman ji berê ve heye. Lê fermana mezin di 3’ê Tebaxa 2014’an de destpê kir. Di sala 1975’an dema rejîma Beasê hate ser desthilatdariyê ferman li ser me rabû. Civaka me ya êzdî ji çiya û gundan derxistin birin li navçe û cihên ku dewlet li ser serdest e bi cih kirin. Ev bi xwe jî ferman bû. Gel kirin 2 parçe, hinek li aliyê çiya ango li Başûrê çiyê cih kirin, hinek jî li qûbleya çiya bi cih kirin, ji bo gel nikaribin xwe biparêze. Piştî wê, bajarokên wekî Xanesor û Sînonê çêkirin. Di destpêkê de ev hemû bajar bûn. Wê demê bingehê fermanê hat amadekirin. Bi derxistina gel û avakirina van bajarokan hindik be jî rejîma Beasê encam girt û gel ji vê planê ziyanek mezin dît. Gelek gund jî birin nava cihên ereban bi cih kirin. Bi vî rengî gelê me ji çiya dûr xistin. Lê gelê me bi vê plan û fermana rejîm û kesên desthilatdar nehesiya. Bi vî şêwazî ji çanda xwe dûr diketin û çanda wan diheliya.
GER GEL BAWERÎ BI XWE ANÎ BÛYA WÊ FERMAN NEBÛYA
Plana duyemîn a fermanê; bi DAIŞ’ê xwestin civaka me ya êzidî tine bikin. Lê sedema herî mezin a vê fermanê ew bû ku me baweriya xwe bi wan hêzên dianî ku em diparastin. 12 hezar pêşmergeyên ku hemû astên pisportî yê leşkeriyê dîtibûn, ji ber ku gelê me bawerî bi wan anî wisa bû. Ger gel bawerî bi xwe anîbûya û li gorî wê amadekarî li hemberî fermanê kiriba, me yê ewqasî êş û kuştin nedîtibana.
DAIŞ ketibû gundên Gir Zerik, Siba Şêx Xidir û gihiştibû gundê Til Qesab. Hîna jî asayîşa PDK’ê nedihişt ku gel, jin û zarok xwe bigihijîne çiya. Me dizanî çi itifaq hene, itifaq jî xilaskirin û qirkirina gelê me yê êzidî bû. Ev ne cara yekemîn e wisa bi serê gelê me dikin. Lê civaka me ya êzidî heya niha carekê tenê jî serê xwe li hemberî dijmin û xêrnexwaza ne tewandiye. Gelê me bi ferman û qirkirina nayê xilaskirin û serî natewîne, bila hemû cîhan bizanibe. Çiqasî ferman ser me rabûne jî lê çiyayê Şengalê ti carî neşikest.
BI XIYANETÊ FERMAN LI ME RAKIRIN
Di vê fermanê de jî dijmin ne dikarî çiya dagir bike. Lê bi sedan ciwanên êzidî li Gir Zerik û Siba Şêx Xidir li hemberî DAIŞ’a hov û faşist li ber xwe da. Heya hinek ciwanan xwe li ser xendekan girêdan ji bo ku tangên çeteyan derbasî cihên din yên me êzidiyan nebin û şehîd ketin. Piştî ku Musil kete destê çeteyan, wan çekên giran girtin û hemberî me kar anîn û hêza me ya cebilxanê nebû û her wiha xiyanet li me hate kirin. Ger xiyanet nebûya, ne pekan bû ku evqasî gelê me hatiba qetil kirin û girtin. Li gelek gundên me , taybet jî li gundê Dohula kurdên misilman, alikariya çeteyan dikir. Ger cîran xiyanetê li cîran bike, her wiha kesên em diparastin xiyanet li me kirin û hinekan jî di nava me de xwe veşartin û bi vî rengî fermana mezin rabû. Lê bi taybetî ev rêbaza xiyanetê bandorek mezin li gundê Dohula kir. Niha ev kes li Başûrê Kurdistanê ne û ji gelê me bi qimettir in. Cîranên ku me bi salan xwedî kir û xwarin dida wan, li hemberî me derketin.
POSTERÊ RÊBER APO LI DIJÎ FERMANÊ BÛ HÊVÎ
Lê şervan û şagirtên Rêber APO bi hewara me ve hatin û bi destê me girtin. Beriya fermanê komek biçûk a gerîla xwe di çiya de veşartibûn. Dema ku vê komê wêneyê Rêber APO rakir ji bo gel bû hêvî û baweriyeke mezin. Wextê ku gel posterê Serokatî dît ji jin,zarok û gel re gotin netirsin vaye gerîla hatine bi hawara me ve, bila pişta we bi wan rast be. Êdî gelê ku têhn bûye jî piştî posterê Serokatî ditin, wekî mirov av bidiyê têr bûn. Hevalan bi sedan şehîd da heya ku korîdora mirovahiyê vekirin. Rexmê ku heval di korîdorê de westiyabûn jî lê nerawestiyan heya ketin çiya de. Di 2 rojan de 70 km gerîlayên HPG û YJA STAR ev rê vekirin, her wiha ciwanên êzidî jî hatin gel hevalan dest bi parastinê kirin. Piştre jî YBŞ hate avakirin. Me wekî êzidî heya niha ti ziyan nedaye ti aliyan. Êzîdxan sembola aştî û bi hev re jiyanê ye.
MAFÊ ME YE EM XWESERIYA XWE AVA BIKIN
Di wextekî zehmet û dîrokî de YBŞ û YJŞ hatin avakirin. Ji derveyî vê hêzê baweriya me bi kesekî tine. Beriya fermanê gelek êzidî leşkerên Iraqê bûn, ne leşkerên xwe bûn. Ev cilên îro min xistine ber xwe ji bo Êzdixana pîroz e, me çek û rextên xwe ji bo gelê xwe rakiriye. Em îro li xwe dikin û xwe diparêzin. Ji derveyî van hêzan baweriya me bi tû hêzan nayê. Wê YBŞ û YJŞ bibe hêza fedaî ya Êzidxanê. Ji derveyî hêza me, em li Şengalê ti hêzên din naxwazin. Mafê me ye ku em xweseriya Şengalê ragihînin. Bes e êdî, evqasî tê serê me, kes pişta me bigire û negire jî em ê hêza xwe mezin bikin. Ji vê rewşê zêdetir tiştek nayê serê me, ma şeref, namuûs, keç û jinên me neçûn, ev nayê ji bîr kirin. Em îro xwedî hêz, îrade û seknekê ne, em ê bikaribin her tiştî bikin. Em ê bi hêza xwe tola 73 fermanan ser dijmin rakin. Qêrîna keç, jin û dest avêtina jinan her tim ber çavê me ye û em hîs dikin.
Bi fermanê re bersiva me avakirina YBŞ,YJŞ, Meclîsa Avaker a Şengalê, Meclîsa Jinên Şengalê, Partiya Azadî Demokrasî ya Êzidiyan( PADE), dibistan, saziya ciwanan e. Em ê xwe bi rê ve bibin, parastina xwe bikin. Ji axê pîroztir tiştek din tune, dema mirov bikaribe axa xwe biparêze, dikare jin, zarok, şerefa xwe biparêze. Kesê nikaribe axa xwe biparêze nikare tiştek biparêze. Ji ber ku axa me bê parastin bû, pîroziyên me hati şewitandin, jin û keçên me çûn. Rexmê fermanê jî em xwe birêxistin dikin û xwe bi rê ve dibin, ev jî bersiva me ya ji bo dijmin.
Cihên ku YBŞ/YJŞ girt, balefir, çekên giran nebûn. Em dibînin artêşeke mîna ya Îraqê bi balefir, tang û çekên xwe yên giran lêdixe, heya gundekê rizgar dike. Lê YBŞ bi çekên ferdî û îradeye xwe serketinên mezin bi dest xist. Gelek cih bê alîkarî û bê piştgiriya hêzên derve YBŞ’ê rizgar kir. Çeka me ya herî mezin û hêzdar îradeya mirov e. Ma 12 hêzên vir çekên giran hebû, bê îradebûna xwe winda kir.
VEGERIN Û TOLA XWE HILÎNIN
Roj bi roj roja Êzidxanê geş dibe û xweşik dibe. Ji bo Şengalek azad û serbixwe em îro tekoşîn dikin. Me îro biryar girtiye, ji biryara xwe em venagerin. Ji derveyî serketinê em tiştek din qebûl nakin.
Ez bang li hemû gelê êzidî dikim ku werin destê xwe bidin hev û yekitiya xwe ava bikin. Bila kesek ji bo berjewendiyên partî û kesan kar nekin. Roj roja xiret, şeref û namusê ye. Ez bang li hemû gelê me dikim ku vegerin Şengalê. Ger îro neyêm şer nekim, têkoşîn nekim, jin, keç û welatê xwe neparêzim ez ê çi bikim. Vegerin ser axa xwe û tola xwe hildin. Ew destê ku dirêjî ax, şeref û namusa me bûye em qût bikin, ji bo carek din êşên wisan mezin neyên bi ser me de. Îro bi xêra çiyayê Şengalê rizgar bûn, lewra jî werin Şengalê û Laleşa Nûranî biparêzin. Ger çiya nebûya em ê hemû miribana. Tenê yekîtiya Êzidxanê bifikirin. Îro derfetek mezin çêbûye ji bo ku em bibin yek. Di Destûra Bingehîn a Iraqê de xwesertî û federaltî heye. Min biryarek girtiye ez sax bim, bila saxê welatê xwe bim û ku mirî bim jî miriyê welatê xwe bim. Kesê îro şehîd bikeve, şehîdê bawerî, ol û namusa welatê xwe ya pîroz e."