Piştî ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28'ê Mijdara 2016'an de li pêş kamerayan hat qetilkirin, ji hingî ve lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.
Karê lêkolînkirina cihê bûyerê û keşfê, ku beriya niha 2 caran ji ber şer nîvco ma, 4 meh piştî bûyerê di 17'ê Adarê de bi tevlîbûna Serdozgerê Komarê Ramazan Solmaz û rayedarên Baroyê hat kirin.
Di vî karê lêkolînê yê 2 rojan de ku pisporên krîmînal ên Fermandariya Jendermeyan a Bajêr û Fermandariya Giştî ya Jendermeyan lê amade bûn, bi taybetî li dikana ku tê gotin fîşeka Elçî pê hatiye qetilkirin lê ketiye, lêkolîn hat kirin.
Ekîbên jendermeyan ên li ser lêkolînkirina cihê bûyerê û keşfê amade kirin, dan xuyakirin, ku ji ber şer herêmê zerar dîtiye û taybetmendiyên dema bûyerê ji holê rabûne.
Têkildarî lêkolîna cihê bûyerê ya roja 17'ê Adarê rapora pisporan hat amadekirin. Rapora ji 17 rûpelan ji aliyê pisporê tipa edlî Dr. Yûsûf Tanrikûlû, pisporên lêkolîna balîstîk Erdal Saribey û Mûtafa Erdogan, pisporê analîza wêneyan ê teknîkî Mûstafa Yargi û pisporê lêkolînkirina cihê bûyerê Sedat Mert ve hat amadekirin. Di raporê de hat gotin, "Ji aliyê tibî û fîzîkî ve nikare bê ronîkirin bê çawa hatiye kuştin."