Rafet Aşût ê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Rafet Aşût (23) ê 9'ê Mijdarê li Cizîrê bi guleya polîsên Tirk birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Welatiyê bi navê Rafet Aşût (23) ê Aşût dema gelê Cizîrê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Farqînê rabûbû ser piyan li kolana Almîrayê ya taxa Şahê bi guleya polîsan birîndar bibû rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ji ber rewşa wî giran bû ew sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Edeneyê kiribûn. Aşût li nexweşxaneyê jiyan xwe ji dest da.

Cenazeyê Aşût piştî otopsiyê wê ji hêla malbata wî ve were wergirtin. Hat ragihandin ku cenazeyê Aşût wê sibe li pêşiya Cizîrê bi girseyî were pêşwazîkirin û bê definkirin.