Qirkirina Dersimê hat şermezarkirin

Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê 'Qirkirina Dersim 38'an' şermezar kirin.

Li Zanîngeha Mûnzûrê, xwendekarên bi pêşengiya DEM-GENÇ'ê li hev civiyan, li meydana fakulteyê Qirkirina Dersimê protesto kirin.

Agît Aral li ser navê xwendekaran li vir daxuyaniyek da û got, "Li dijî polîtîkayên înkar, tinekirin û asîmîlasyonê yên duh li Dêrsimê hatin kirin û îro li Cizîr, Sûr û Nisêbînê dewam dikin, em ê weke Denîzan her têbikoşin. Mîna ku Seyîd Riza got; em ê li ber dek û dolabên we serî netewînin."

'EM ZÎHNIYETA QETLÎAMKER A ÎRO DI SALA 1938'AN DE NAS DIKIN'

Aral nerazîbûn nîşanî êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê da û got, "Em vê zîhniyetê di Dersim 38'an de nas dikin. Aral axaftina xwe wiha dewam kir: "Yek ji mexdûrên herî mezin ê vî şerî em ciwan in. Em naxwazin bi binçavkirin, girtin û mirinê bên bêdengkirin."

Piştî daxuyaniya çapemeniyê sînevîzyona li ser Qirkirina Dersimê hat nîşandan.