Qîrîna berxwedanê: 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

Li çar aliyên cîhanê, bi wesîlaya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê amadekariyên pîrozbahiyan tên kirin.

Li çar aliyên cîhanê, bi wesîlaya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê amadekariyên pîrozbahiyan tên kirin. Kobanê ku li hemberî êrîşa 14'ê Îlona 2014'an a çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa nîşan da, niha jî bi sîstema xwe ya avakirina demokratîk re ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn re veguheriye ronahiyeke nû ya hêviyê.

HEMÛ PLAN JI HEV HAT XISTIN

Çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, ku bi desteka welatên paşverû yên herêmî û emperyalîstan re hewl dide Rojhilata Navîn veguherînin gola xwînê, di 14'ê Îlona 2014'an de êrîşî Kobanê kir. Çeteyên dor li Kobanê girtin, plan kirin ku komkujiyeke mezin bikin. Û li berxwedaneke qet ne li bendê bûn rast hatin. Çeteyên ku beşeke mezin a Iraq û Sûriyeyê dagir kirin, xwest gelê Rojava yê li hemberî xwe ji holê rakin. Hêzên YPG/YPJ ên ku hemû planên hêzên paşverû ji hev xistin, bi berxwedaneke bêeman, DAIŞ têk birin.

Hêzên YPG/YPJ ên ku li Kobanê û kantonên din ên Rojava, cihêkariyê naxe navbera ti nîjad, ziman, ol û çandan û hemû gelan hembêz dikin, di demeke kurt de ne tenê di nava gelên Sûriyeyê, di nava tevahiya gelên cîhanê de weke 'şervanên azadiyê' hatin qebûlkirin.

JIN BÛN NÎŞANEYA AZADIYÊ

Jinên Kurd ên li Kobanê, teslîmiyeta li paşverûtiyê weke xiyanet dîtin, li Kobanê çeperên xwe neterikandin û ji bo tevahiya jinên cîhanê bûn nîşaneya azadiyê.

Li vî warê berxwedanê, em çend wêneyên ji kêliyên koçberî, êş, berxwedan û serketinê parve dikin...

...