Qeyûm wê her mehê du maeşan bistînin
Qeyûman di destpêkê de maeşê xwe diyar kirin. Qeyûm tevî polîsên tîmên taybet tevlî civîna meclîsê bûn.
Qeyûman di destpêkê de maeşê xwe diyar kirin. Qeyûm tevî polîsên tîmên taybet tevlî civîna meclîsê bûn.
Qeyûmên li Wanê dest danîn ser şaredariyên DBP'yî, weke karê destpêkê bang li midûrên pênûsa taybet kirin û ferman dan wan, ku Şaredar mehê çiqas pereyî distîne, xwest heman mehane ji wan re jî bê dayîn.
Piştî ku qeyûmên AKP'ê li Şaredariyên Rêya Armûşê, Qelqelî, Artemêtan û Erdîşê yên Wanê dest bi 'kar' kirin, ewilî bang li midûrên pênûsa taybet kirin û ji wan pirsîn bê Hevşaredarên DBP'yî mehane çiqas pere distandin. Qeyûman ferman dan midûran û ji wan xwestin heman maeşî bidin wan.
Qeyûm ji ber ku beriya niha qeymeqam û alîkarê walî bûn, mehaneyeke bilind a statuya karmendê dewletê distandin. Bi vî awayî wê mehê du caran maeşan bigirin.
Şaredariyên Wanê yên hatine desteserkirin hê jî ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin. Xebatkarên şaredariyê, dema ji bo kişandina cixareyê derdikevin derve, di vegerê de jî ji nû ve tên kontrolkirin.
Li gorî agahiyan, li her odeya beşek ji xebatên şaredariyê polîs rûniştiye û xebatkaran kontrol dikin.
Li Şaredariya Wanê, ji ber ku qeyûman xwestin bi polîsên tîmên taybet bikevin civîna meclîsê, civîna meclîsa şaredariyê betal bû.