Qeyûm bi çekan ketin civînê!
Qeyûmên ku anîn ser şaredariyên DBP’ê, li gel polîsan xwestin têkevin civîna Meclîsa Şaredariya Mezin a Wanê
Qeyûmên ku anîn ser şaredariyên DBP’ê, li gel polîsan xwestin têkevin civîna Meclîsa Şaredariya Mezin a Wanê
Piştî rageşiyê civîn hate betalkirin. Serokwekîlê Meclîsa Şaredariya Mezin a Wanê Bozbat bertekek li dijî helkefta qeyûman nîşan da û diyar kir ev ê ti carî vê qebûl nekin.
Bozbay têkildarî mijarê wiha got: ‘’Dema ji bo ku em rûniştina meclîsê bidin destpêkirin hatin ber derî, me dît kul i ber me polîs hene û di destê wan çekên lûledirêj. Hemû hevalên me li ber siha çekan hatin sehkirin û bi zorê ketin hundir. Ev vê ti carî qebûl nakin. Nayê qebûlkirin ku bi çekên lûledirêj werin meclîsa ku gelê me temsîl dike. Rêziknameya navxweyî ya meclîsê diyar e, di yasayê de, di hiqûqê de û di qanûnê de meclîsa tuzel in. Em nikarin qebûl bikin ku bi vî awayî bi çekên lûledirêj têkevin meclîsê û li ber derî nobetê bigirin û em ê ti caran nehêlin ku xebatên me asteng bikin.’’