Qetlîama Dîlokê li Wanê hate protestokirin

Rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajarê Wanê, qetlîama ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê AKP’ê ve tên xwedîkirin li Dîlokê pêk anîn, bi daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî protesto kirin.

Bi sedan kes li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajêr kom bûn, qetlîama ku li hember daweta ku li Dîlokê hate pêkanîn protestok kirin. Di daxuyaniya girseyî de Hevserokên HDP’ê yê bajarê Wanê Yaqûp Ateş, Gulistan Orhan, Hevserokên DBP’ê yên bajarê Wanê Nazmiye Acar, Metîn Kûtaz, Aktivîstên KJK’ê, Hevşaredarên navçeyê, Dayikên Aştiyê, Rêxistinên DBP-HDP’ê yên navçeyê û gel beşdar bûn. Ji ber qetlîamê li avahiya HDP’ê paçê reş hate daliqandin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Alîkara Hevseroka HDP’ê ya Wanê Ozgur Aras axivî û wiha got: “Terora DAIŞ’ê li Sûriyeyê rastî şikestinekî mezin hat û dixwaze terora xwe veguheze Tirkiyeyê, ev êrîş di heman demê de di nava gel de rê li ber parçebûna gelan vedike. Divê bi lezgîn li hember vê êrîşa ku gelê me dikin hedef hikûmet tedbîran bigire, berpirs û hêzên li pişt rûnî bike.”

‘BERPIRSYARÊ QETLÎAMÊ AKP’YA KU EWLEKARIYA PÊWÎST NEGIRTIYE’

Aras, êrîşa duh şev ku li hember salonekî dawetê ya li Dîlokê ku di nav de jin û zarok jî hebûn hate lidarxistin lenet û şermezar kir û wiha anî ziman: “Ez bang li her kesê ku dibêje ez mirovin û cemiyeta Navnetewî dikin li hember dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê piştgiriya gelê Kurd bikin. Banga me ya ji bo hikûmetê Berpirs û hêzên li pişt qetlîamê bên rûnîkirin. Em rê nadin ku qetlîama Dîlokê sernixûmî bikin. Em li vir bi awayekî pir zelal û vekirî dibêjin, berpirsê qetlîamê tevî hemû hişyarî û pêşniyarên me, AKP a ku ewlekariyên pêwîst negirti bi xwe ye.”

ATAŞ,GAN LI GEL KIR KU HER KES BEŞDARÎ MERASÎMA CENAZEYÊ CENER BIBIN

Piştî Aras hevserokê HDP’ê yê bajarê Wanê Yakûp Aras jî axivî û bang li her kesê kir ku beşdarî merasîma cenazeyê Metîn Caner ê ku wê sibehê di saet 10:00’an de ji morga AKKopruyê birin û li Goristan Şabaniyeyê defin bikin kir. Ataş di axaftinê xwe da bal kişand ku ev demeke li Wanê di bin navê ‘Ji Qirkirinên Sivîlan Re Na’ li cihê cuda yên welat mîtîng û daxuyanî tên dayîn û bang li rêxistinên civaka sivîl kirin. Aras wiha pê de çû: “Ji bo qetlîama Dîlokê jî bi heman hestyariyê nêzîk bibin. Yan jî wê wesfê xwe yên rêxistina civaka sivîl winda bikin. Me her demê sekin û nêzîkatiya xwe ya li hember qetlîamên sivîl diyar kiriye. Em bang li hemû STK û partiyên siyasî dikin ku bi heman hesasyetê tev bigerin.”

...