Qedexeya li Şirnexê didome
Tevî du meh berê hatibû gotin ku “Operasyon bi dawî bûye” jî qedexeya li ser bajarê Şirnexê hê jî didome.
Tevî du meh berê hatibû gotin ku “Operasyon bi dawî bûye” jî qedexeya li ser bajarê Şirnexê hê jî didome.
Li Şirnexê “qedexeya derketina kolanan” a ji 14’ê Adarê û vir ve bi êrîşên qirkirinê re ev 160 roj in berdewam dike. Lê, biryara rakirina qedexeyê hê jî pêk nehatiye. Hejmarek mezin ji welatiyên ku hatine koçberkirin, li gundan û zozanan kon vedane û li van deran dijîn.
Piştî şerê bi hêzên YPS'ê re ku gelek kuştiyan wan çêbûn û şûn de, roja 3'yê Hezîranê daxuyanî dabûn û gotibûn; "Operasyonên li bajêrê bi dawî bûne." Lê rixmî vê, ev du meh û nîv in li bajêr gelek mal û karxane hatine hilweşandin.
JI BO MUTEAHHÎTAN E GELO?
Tê texmînkirin ku ji bo muteahhît karên xwe rehet bimeşînin, ev qedexekirin tên berdewamkirin. Di gelek wêneyan de jî tê dîtin ku li 7 taxên bajêr avahî bi giştî hatine rûxandin.
Di êrîşên qirkirinê de bi cerdevanan re xaniyê gel hatine talankirin, alavên gel ên ku hatinê talankirin li bajarên din hatine firotin. Hesinên ku di rûxandina malan de hatine derxistin jî li Edeneyê tên firotin.