STÛTTGART
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê Kurdên ku duh şev ve li kolanan bû, îro jî li pêşiya Sefaretxaneya Tirk kom bûn. Di çalakiya li vir li dar xistin de dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan” , “Kujer Erdogan” û “ Her der HDP û her der berxwedan” hatin qîrkirin.
Li pêşiya sefaretxaneyê mîtîngek hate lidarxistin û saetekê dewam kir, li gel dirûşman li navenda bajarê Stûtgartê meşiyan.
DRESDEN
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ûta de li pêşiya parlementoyê çalakiyek hate lidarxistin.
Jinên ku li ser banga TJK-E’yê ji şevê de daketin qadan, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêvajo hate nirxandin.
Kurdistanî di saet 10:00’an de li pêşiya Parlementoya Saksonyayê kom bûn û xwedî li HDP’ê derketin. Banga beşdariyê li çalakiya ku sibehê saet 14:00’an ku li Prager Strê bê li dar xistin kir.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kurdistanî kom bûn,faşîzma AKP’ê protesto kirin. Di çalakiya ku li Qada Capîtol Partiya Komînîst a Fransî, Partiya Antîkapitalîs a Nû, Partiya Çep, Tevgerên Aştiyê û Sendîkaya Xebatên Giştî piştgirî kirin.
MELBOÛRNE
Li bajarê Melboûrne ya Awûstûryayê endamên Navenda Civak Kurd a Demokratîk (Nav-Kurd) êrîşên qirkirina siyasî protesto kirin.
Girseya ji 250 kesan pêk dihat ku li Federatîon Sqûare kom bûn, dirûşmên “Diktator Erdogan” , “Ji bo HDP’ê azadî” “ Ji Kurdistan re azadî” hatin qirkirin. Girse piştre jî heta State Lîbraryê meşiya.
Rêxistinên Elewî û Sosyalîst jî piştgirî dan çalakiyê.