Bernameya Piştevaniya Civakî (SODES) 10 meh berê li gundê Salika yê navçeya Farqînê ya Amedê şebekeya kanalîzasyonê çêkirin. lê piştî 3 mehan kanalîzasyon hilweşiya. Nîştecihên gund, diyar kirin ku ji ber ava kanalîzasyonê diherike derve dê bibe serdama gelek nexweşiyan û rayedar li hemberî vê yekê bêdengin.
Şebekeya SODES'ê li gundê Silaka yê navçeya Farqînê ya Amedê çêkir xirabûyî derket. Şebekeya kanalîzasyonê ya 10 meh berê li gund çêkir piştî 3 mehan têk çû. Ji ber ku ava kanalîzasyonê derve diherike û dibe sedema bêhneke pîs, zarokên gund di nav ava pîs de dilîzîn û sewal wê avê vedixwin ji nexweşiyan re rê vedike.
Ji nîştecihên gund Abdurrahman Kizilagaç, diyar kir ku têkildarî mijarê di 20'ê çileyê de ji Wezareta Sewalkarî û Çandîniyê re daxwazname şand. Kizilagaç, anî ziman ku têkildarî pirsgirêkan wan de ji Walîtiya Amedê re agahî şand bersiv girtin lê heta niha ji bo çareseriyê tu gav nehatin avêtin. Kizilagaç, bal kişand ser pirsgirêka kanalîzasyonê ya li gund derket û wiha got: "Kanalîzasyon 10 meh berê hate çêkirin. Di navbera 2-3 mehan de xebitî lê pişt re xitimî. Min 6 meh berê ji Wezareta Sewalkarî û Çandîniyê re daxwazname şand. Weke bers pirsgirêk ji Walîtiya Amedê re hate şandin û dê pêre eleqeder bibin min girt. Piştî 3 mehan ustayek û 2 karker hatin. Xetimîna kanalîzasyonê vekirin. Piştî 8 saetan careke din hate xitimîn. Dema ku berê hatin ez li gund nebûm. Dema ku ez hatim gund proje gelek nehatibû çêkirin. Hinek kanal berê wan dan newalê û hinek jî wisa hiştikn û çûn. Wan em qet li ber çavan negirtin."
'DIBE SEDEMA NEXWEŞIYAN'
Kizilagaç, da zanîn ku piştî rayedaran li gund xebatkirin kanalîzasiyan mizgeft û hinek malan berê wê dan newalê. Kizilagaç xwest ku rayedar pirsgirêkê çareser bikin. Kizilagaç, bilêv kir ku ji ber ava kanalîzasyonê nexweşî derdikevin û wiha axivî: "Ava li vir diherike ya kanalîzasyonê ye. Dibe sedema nexweşiyan. Piştî rewşa hewayî dest bi gerêmê kir pêjî zêde bûn. Nexweşiya ta yê dest pê kir. Divê hêj nexweşî zêdenbûyî çareserî pêk bê. Em ji mutahît bi gazin û gilî dikin. Doza me didome. Ligel em gilî dikin jî tu rayedar eleqedar nabe."