Prof. Dr. Mîthat Sancar bi zimanê xwe yê dayikê xîtabî hilbijêran kir

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar, li navçeya Artûklû Taxa Savûrkapi ya piraniya wê gelê Ereb lê dijî bi Erebî xîtabî hilbijêran kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê û di heman demê namzetê HDP’ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar ku çend roj ji hilbijartinan re ma tempoya xwe zêde kir. Sancar li Mêrdîna ku bawerî û çandên cuda lê dijîn bi gel re hat cem hev. Sancar danê êvarî tevlî civîna ku bi gelê Ereb re ji aliyê Rêxistina HDP’a Artûklû ve hat organîzekirin bû. Li navçeya Artûklû Taxa Savûrkapi ya piraniya wê gelê Ereb lê dijî bi welatiyan re hat cem hev. Sancar bi zimanê Erebî xîtabî gelê Ereb ê li Parka Babisor kom bibû kir. Rêveberên HDP’ê yên Mêrdîn û Artûklû û nûnerên Komeleya Ereban a Demokrat jî tevlî civînê bûn.  Sancar di civînê de bi temamî bi Erebî axivî. Sancar bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1’ê Mijdarê û got ku wê ev hilbijartin di navbera demokrasî û dîktatoriyê de be.

Di civîna gelê Ereb de Hevserokê HDP’a Artûklû Nezîr Akaalp jî bi Erebî axivî. Piştî axaftinan civîna gel bi çepikan bi dawî bû.