Polîsên Tirk li Rihayê li dû provokasyonan e
Li Rihayê, nîjadperestên ji aliyê polîsan ve tên bikaranîn, nîşaneyan li dîwarê kargehên welatparêzan dikin û bi vî rengî xwediyên welatparêz ên kargehan teşhîr dikin.

Li navenda bajêr, fîgurên nîjadperestan û nivîsên "Xwîna diherike, al", "Şerîat" û "Îslam" li ser dîwarê kargehan tên nivîsandin. Bi vê yekê ve hewl tê dayîn, ku welatparêzên xwediyê kargehan bên teşhîrkirin. Xwediyên van kargehan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan, lê belê heta niha li dijî van nîjadperestan tiştek nehatiye kirin. Polîsên Tirk ên li Rihayê, ku bi rêya nîjadperestan hewl didin provokasyonê derxînin, timî bi mijarê bi vî rengî dikevin rojevê.
'HEWL DIDIN ME TEŞHÎR BIKIN'
Yek ji esnafên mexdûr, ku nexwest navê xwe eşkere bike got, "Bi vê yekê ve hewl didin me teşhîr û bêdeng bikin. Em baş pê dizanin bê kî berê van didin me. Dema li ser daxwazeke biçûk a siyasî nivîsek li ser dîwarekî tê nivîsandin, polîs yekser wê nivîsê jê dibin. Lê belê bi mehan e ev nivîsên li dijî me tên nivîsandin, li ser dîwaran e. Qîma xwe bi vê jî nînin û car carna alîgirê xwe yên tîpên wan diyar in, ji bo çavtirsandinê bi ser esnafên welatparêz ve dişînin."
'EM Ê JI RÊYA XWE YA RAST VENEGERIN'
Esnaf da xuyakirin, ku polîsên TEM ên li Rihayê wan hedef digirin û got, "Dixwazin kargehê bi me bidin girtin. Me gelek caran bi xwe ev nivîsên li ser dîwaran jê birin. Lê belê dîsa nivîsandin. Ev yek ne karê çend kesên ji ber xwe ve nivîsandine. Eger ji wan heye ku bi vê yekê ve wê me bitirsînin, hingî xwe dixapînin. Em ê ji rêya xwe ya rast venegerin."