Polîsên Tirk li Bedlîsê êrîşê gel kir, gelek birîndar hene

Polîsên Tirk li Bedlîsê êrîşê gel kir, gelek birîndar hene

Li Bedlîsê bi armanca ku balê bikişînin ser grevên birçîbûnê meş pêk hat û polîsan êrîşê meşê kir. Di encama êrîşa polîsan de Parlamenterê BDP’ê yên Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, Xerokê BDP’a Bedlîsê Şahîn Çoban, Serokên ÎHD’ya Bedlîsê Hasan Ceylan û gelek kes birîndar bûn.

BDP’a Bedlîsê bi armanca balê bikişînin ser grevan xwestin meşekê pêk bînin. Derdora 500 kes tevli meşê bûn û polîsan bi bombeyên gazê, jop, ava şid û keviran êrîş kir.

500 kesên li ber Avahiyên Civakî yê navenda bajar hatin cem hev rastî êrîşa hovane û tund a polîsan hatin û di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn.

Di nava kesên birîndar bûn de Serokê ÎHD’a Bedlîsê Hasan Ceylan, Parlamenterê BDP’ê yên Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, Serokê BDP’ya navendê Şahîn Çoban jî hene.

Piştî êrîşa polîsan girse ji nû ve hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Riyên ku diçûn girtîgehên jî ji aliyê polîsan ve hat girtin û bûyer niha li bajar didomin.