Polîsên Tirk li avahiya DBP'ê ya Qoserê nivîsên nîjadperestî nivîsandin
Polîsên Tirk ên duh avêtin ser avahiya DBP'ê ya Qoserê û dest danîn ser bi sedan wêneyên şehîdan, nivîsên nîjadperestî li ser dîwarên avahiyê nivîsandin.

QOSER
Duh di serê sibehê de hêzê dewleta tirk li Mêrdînê û navçeyên wê bi ser avahiyên DBP'ê û gelek malbatan ve girtin. Di encama serdegirtina malan de jî Hevserokên DBP'ê, rêveber û bi dehan welatî hatin binçavkirin. Li navçeya Qoserê jî polîsan avêtin ser avahiya DBP'ê. Polîsan ji serê sibehê heta nîvê şevê li avahiyê lêgerîn kirin. Di heman demê de girtin ser malan û Hevserokên navçeyên Alî Dînler û Bîrgul Yuksel jî binçavkirin. Polîsan li avahiya DBP'ê ya navçeyê hemû derî şikandin. Polîsên Tirk dest danîn ser wêneyên şehîdên HPG, YPG, YPJ'ê ku li dîwaran daliqandî bû. Polîsan her wiha harddîskên komputuran jî desteserkirin.
Her wiha polîsan Rojnameya Azadiya Welat ya li avahiyê de qetandin û hûr hûrî kirinin. Polîsan li dîwarê odeya ku welatî lê nimêj dikin li ser hev sê heyv û stêrk xêz kirin û nivîsa "canê min ji bo welat feda-vatan sana canim feda" nivîsandin.
DÊRIK
Li navçeya Dêrîkê jî polîsan di heman demê de avetêin ser avahiyê DBP'ê ya navçeyê. Di serdegirtinê de hemû derî hatin şikandin û wêneyên şehîdan hatin desteserkirin. Her wiha polîsan dest danîn ser harddîskên komputuran.
Polîsan di heman demê de avêtin ser mala Hevserokê DBP'ê ya navçeyê Şerîf Kiran û endama Meclîsa Şaredariya Dêrikê Mekkiye Ozcan hatin binçavkirin.