Polîsên Tirk avêtin ser mala Hevşaredarê Hezexê

Piştî ku Hevşaredarê Hezexê Mehmet Mûhdî Aslan ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve ji wezîfeyê hat girtin, polîsên dewleta Tirk danê vê sibehê avêtin ser mala wî.

Piştî ku Hevşaredarê Hezexê Mehmet Mûhdî Aslan ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve ji wezîfeyê hat girtin, polîsên dewleta Tirk danê vê sibehê avêtin ser mala wî. Di vê serdegirtinê de polîsên Tirk dest danîn ser telefon, komputer û eşyayên teknîkî yên Aslan. Lêgerîna li malê dewam dike. Li gorî agahiyan, der barê Aslan de biryara girtinê nîne.

Hevşaredar Nevîn Gîrasûn jî beriya niha bi mehekê hatibû binçavkirin û bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" hatibû girtin.