Polîsan êrîşî xwendekarên Amadeyîya ÎMKB'ê ya Peyasê yên ji bo çalakiya birçîbûnê çalakî li dar xistin kir bi zorê ketin polan û xwendekar binçavkirin. Nûçegihanên DÎHA'yê yên bûyer dişopandin jî rastî gefên polîsan hatin û nîşeyên wan dest ser kirin. Xwendekarên Amadeyiya Andoluyê yên bi heman armancê ber bi Walîtiya Amedê ve dimeşiyan jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Xwendekarên Lîseya ÎMKB'ê yên Peyasê li ber dibistanê ji bo çalakiya birçîbûnê ya 63 rojin bedewam dike çalakî li dar xistin. Çalakiya rûniştinê ya zêdehî 300 xwendekar tevlîbûn nêzî demjimêrekê berdewam kir. Piştî çalakiyê polîsan dibistan dorpêçkir. Xwendekar jî li baxçeyê dibistanê vegeriyan polan. Pişt re polîs ketin dibistanê û bi li polan xwendekar darpkirin û xwendekar binçavkirin. Dema polîsan xwendekar binçavkirin hinek xwedekaran bi armanca şermezarkirina polîsan cam şikandin û slogan qêriyan kirin. Polîsan xwendekarên bi navê B.F., C.Y., G.A. û Y.A. jî di nav de zêdehî 10 xwendekar binçavkirin. Polîsan nêzî 2 demjimêran li dibistanê lêgerîn pêk anîn. Malbatên xwendekaran piştî hînbûn ku polîs ketin dibistanê li be dibistanê kombûn.
Li aliyê din Nûçegihana DÎHA'yê Nurcan Aydin ya ku nûçe dişopand rastî gefên polîsên sivîl ên "Çima tu li virî, berê xwe bide min keça min ez rojnameger guhdar nakim, ez dê niha te bi porê bigirim û binçav bikim. Ji xwe hemû pîsî di bin serê we derdikevin." Polîsan nîşeyên nûçegihana DÎHA'yê jî bi hinceta "tu hêjmarên wesayîtên polîsan dinivîsî" bi zorê destser kirin.
Xwendekarên Amadeyiya 80. Yil Cûmhûriyet Anadolu ya Yenîşehîrê ya Amedê jî bi heman armancê xwestin ber bi Walîtiya Amedê ve bimeşin. Lê xwendekar ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û dowîzên wan hatin destserkirin. Xwendekaran slogana "Bijî berxwedana zindanan" qêriyan.