Polîsên AKP’ê êrîşî hezaran kesên tevlî karwanê merasima cenazeyê gêrîla Abdulvahap Bozdemir bibûn kir. Piştî êrîşê pevçûn derket.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, polîsên AKP’ê êrîşî karwanê cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Abdulvehap Bozdemîr (Egîd Qoser) kir. Di 9’ê Mijdarê de li qada Xapuşkê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê şer derketibû û di şer de gêrîla Egîd Qoser jiyana xwe ji dest dabû.
Malbata gêrîla Egîd piştî cenaze ji saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin, anîn Qoserê. Bi hezaran kesên ku li Qoserê karwana cenaze pêşwazî kirin, rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîş kir, girseyê jî bi keviran bersiv da polîsan û bûyer didomin.