Polîsê Silêmaniyê êşkence li wênegirê Newroz TV kir
Hêzên asayîşa Silêmanî di bin çavan de êşkence li xebatkarê Newroz TV Afat Baz ê kameraya wî şikandin, kirin.
Hêzên asayîşa Silêmanî di bin çavan de êşkence li xebatkarê Newroz TV Afat Baz ê kameraya wî şikandin, kirin.
Îro li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji hêla Tevgera Azadî û Tevgera Jina Azad a Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan meşek hate lidarxistin. Polîsên YNK’ê û tîmên antî-terorê êrîşî meşê kirin, gelek kes birîndar kirin û zêdetirî 10 kesan jî binçav kirin. Rojnameger Afat Baz ê zêdetirî 3 saetan binçavkirî ma, got polîsan di wesayîta xwe de bi elektrîkê êşkence lê kirine û şîdeta qeba bi kar anîne.
Rojnameger Afat Baz ê heqaret li hatin kirin û gef lê hatin xwarin, dûvre hate berdan.