Polîsan serê sibê di ser yûrdê jinan de girt

Polîsan serê sibê di ser yûrdê jinan de girt

Polîsan di ser Yûrda Jinan ya Mehmet Akîf Ersoy ya Saziya Kirêdiya Yûrdan ya Amedê de girtin û xwendekarek jin binçavkirin.

Polîsên tîmên taybet serê sibê di demjimêr 05.00'an de di ser Yûrda Jinan ya Mehmet Akîf Ersoy ya Saziya Kirediyên Yurtan ya Amedê de girtin. Di serdegirtinê de xwendekara bi navê Şener Morkuzu hate binçavkirin. Di serdegirtina polîsên zalim tevlîbûn de li yurta jinan serê sibê lêgerîn kirin. Serdegirtina tenê ji bo xwendekarekê pêk hat li hemû odeyan lêgerîn kirin. Hate ragihandin ku polîsan hemû xwendekar yek û yek girtin kamerayê.

Xwendekaran bertek nîşanî serdegirtina polîsan dan û diyar kirin ku, ligel ew guncaw nebûn polîsan li ser odeyên wan de girt û lêgerîn kirin û di lêgerînan de heqaret li wan kirin. Piştî serdegirtina polîsan de xwendekaran di balkona yûrdê de pankrata "Di 5'ê sibê de li yûrdê serdegirtina polîsan" daliqandin. Piştî serdegirtinê xwendekaran li ber derê yûrdê çalakiya rûniştinê li dar xisitn û serdegirtin şermezar kirin.