Meşa li Amedê ji bo balê bikşînin ser çalakiya birçîbûnê dê pêk hatiba ji aliyê polîsan ve hate astengkirin û li ser vê yekê bi sedan kesan dest bi çalakiya birçîbûnê kir.
Rêxistina BDP'ê ya Amedê ji bo balê bikşîne ser çalakiya birçîbûnê ya di 12'ê îlonê de li girtîgehan hate destpêkirin xwest ku meşekê li dar bixe. Bi sedan kesên di nav de endamên TUHAD-DER, MEYA-DER û Dayîkên Aştiyê hene hatin cem hev û ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve dest bi meşê kirin.
Polîsan bi gelek wesayîtên zirxî û TOMA'yan avahiya BDP'ê dorpêçkir û destûra neda meşê. Li ser vê yekê bi sedan welatiyan li ber avahiya BDP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de sloganên "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana zindana" û "Zext me bêzar nakin" hatin qêrîn û sekna girseyê berdewam dike.