Polîsan li Bismilê ciwanek qetil kirin!
Polîsan li Bismilê ciwanê bi navê Halîl Kûrtîş qetil kirin.
Polîsan li Bismilê ciwanê bi navê Halîl Kûrtîş qetil kirin.
Taxên Esentepe, Şentepe, Rojava, Avaşîn, Tekel û Firat ên Bismilê ji aliyê polîsan ve bi gelek wesayîtên zirxî hatin dorpêçkirin. Polîsên ku li taxên Esentepe û Şentepe gel gulebaran kirin ciwanê bi navê Halîl Kûrtîş (19) qetil kirin. Cenazeyê Kûrtîş rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.
Hat diyarkirin ku li navçeyê êrîşa polîsan didome û elektrîk hatiye qutkirin.