Polîsan êrîşî bisedan kesên ji bo çalakiya birçîbûnê di meşiyan parka Ahmet Arîf ya li navçeya Kayapinara Amedê. Polîsan wesayîtên zirxî ajotin ser gel û di nav de Cîgirê Şaredarê Kayapinarê Mahmût Dag jî heyî bi dehan kes derb kirin.
Gelê ku li rawestgeha Hûzûrevlerî ya navçeya Kayapinarê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê yên li girtîgehên Tirk, dest bi meşê kirin, xwestin tevlî çalakiya birçîbûnê ya li parka Ahmet Arîf bibin.
Piştî ku polîsan destûr neda meşê û nîqaş derketin, polîsan wesayîtên zirxî ajotin ser gel.
Di vê navberê de di nav de Cîgirê Şaredarê Kayapinarê Mahmût Dag û Serokê BDP’a Kayapinarê jî heyî bi dehan kes hatin derb kirin.
Piştî ku polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî gel kir, gel jî bikeviran bersiv da. Hate hînbûn ku, hêjan di nava taxan de pevçûn didomin.