Li Amedê welatiyên bi slogana "Jiyanan tarî nekin ji mirinan re na" derketin kolanan rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hatin.
Li Amedê welatiyên li Şehîtlik, Rezan, Ofîs û gelek qadên din bi slogana "Jiyanan tarî nekin ji mirinan re na" her roj saet di 19.00'an de derdikev kolanan û agir hildikin rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hat. Girseya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi dawol, zirnan û amûrên din û ber bi avahiya KCD'ê ve dest bi meşê kirin li ser Koçeya Gevran rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Girseyê jî bi keviran bersiva polîsan da.
Ligel welatiyên derketin kolanan welatiyan din jî paçeyan de bi çepik, tîlîlî û sloganên "Girtiyên şoreşger rûmet me ne" û "Amed ranekeve xwedî li vîna xwe derbikeve" piştgîr dan çalakiyê.