Di demjimêrên serê sibehê de Polîsên Hêzên Çevîk û sivîl di ser şaredariya navçeya Cizîr ya Şirnexê de girtin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di demjimêrên serê sibehê de polîsên sivîl û fermî bi wesayîtên zirxî hatin ber avahiya şaredariyê û bi hinceta lêgerînê ketin hundir û ketin hemû odeyên şaredariyê.
Polîsan hemû xebatkarên di şaredariyê de derxistin derve, di hundir de lêgerîn didome, her wiha li ber avahiyê jî polîsan tedbîrên berfireh girtine.