Polîsan destûr nedan wekîlên HDP’yî bikevin Nisêbînê

Parlamenterên HDP’yî yên ji bo tevlî berxwedana Nisêbînê bibin hatin, li ketina navçeyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ev 12 roj in qedexeya derketina kolanan didome, greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP’ê didome. Parlamenterên HDP’ê Mehmet Alî Aslan, Kadrî Yildirim, Faysal Sariyildiz, Mehmet Emîn Adiyaman, Muslum Dogan, rêveberên DBP û HDP’ê û gelek kesên ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Nisêbînê hatin, di ketina Nisêbînê de rastî astengiya polîsan hatin. Ji bo derbaskirina astengiya polîsan hewldanên wekîlan didomin.