Polîsên Tirk li Amedê êrîşê meşa bi pêşengiya Rêxistina BDP’ya Amedê ya ber bi avahiya KCD’ê ve kirin. pevçûn berdewam dikin polîsan bombeyên gazê avêtin avahiya KCD’ê.
Li Amedê bi boneya piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin bi pêşengiya rêxistina BDP’ya Amedê meşek ber bi avahiya KCD’ê ya ku parlementer û serokên BDP’ê têde dest bi greva birçîbûnê kirine ve li dar xistin. Polîsan êrîşê meşê kir.
Pevçûnên li Amedê destp ê kirin, li Semta Ofîsê belav bûn. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş li avahiya KCD'ê ya ku Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, wekîlên BDP'ê û endamên Meclîsa Daîmî yên KCD'ê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ya girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin, kir. Bombeyên gazê cam şkandin û ketin avahiyê, hate ragihandin ku kesên di çalakiya birçîbûnê de birîndarbûne û jê bandor bûne.
Gel bersivê da êrîşa polîsan. Di êrîşê de kesek hate binçavkirin û parlementerên di greva birçîbûnê de li ber avahiya KCD’ê li gel girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.