Polîsan bombeya gazê avêt mala welatiyê nexweş

Polîsan bombeya gazê avêt mala welatiyê nexweş

Li Amedê li ser banga BDP'ê ya ji bo piştgiriya greva birçîbûnê 48 demjimêran tevlî greva biçîbûnê ji serê sibê de kes neçû kar û welatî daketin kolanan çalakî pêk anîn. Çalakiyên ku rastî êrîşa polîsan hatin, hata derengê şevê berdewam kir. Polîsan di êrîşê de bombeya gazê avêt mala welatiye bi navê Fahri Aslan yê nexweşê astimê.

Li ser banga BDP'ê ya ji bo piştgiriya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê yên di greva birçîbûnê de li Amedê bi hezaran welatî neçûn ser kar û herikîn kolan û qadan. Welatiyên ku li kolan û taxan çalakî pêk anîn rastî êrîşa polîsan ên bi bombeyên gazê û ava şit hatin. Bûyeran heta derengê şevê li nava kolan û taxan berdewam kir. Li Kolana Lefkoşe ya taxa Şahy Şamilê ya navçeya Rezan ya Amedê polîsan bombeya gazê avêt malekê. Di avêtina bombeya gazê ya polîsan de Aslan û 10 zarokên xwe li malê ji gazê bandor bûn û ji fetisandinê xilas bûn. Polîsan piştî bombeya gazê avêt hundirê malê bang li serwîsa lezgîn ya 112'ê kir. Ji ber bombeya gazê bav û zarok li ser hişê xwe çûn.

Bav Fahri Aslan (42) diyar kir ku, polîsan raste rast bombeya gazê avêt mala wan û hevjîna wî Meninceh (40) kurê wî Betenur yê sal û nîv, Nûrhanima 6 salî û Mehmedê 14 salî li ser hişê xwe çûn. Aslan anî ziman ku li ser hişe xwe çûn û talûkeya fetisînê derbaz kirin.