Polîs-leşkeran piştî paletiya esrarê dest bi oeprasyonê kir!

Polîs-leşkeran piştî paletiya esrarê dest bi oeprasyonê kir!

Li Amedê, piştî paletiya esrara bi haya leşker û cerdevanan li herêmên bejahî yên Amedê tê çandin, bi fermana Walîtiyê operasyon hat lidarxistin. Operasyon bi beşdariya 55 tîmên ji leşker, polîs û cerdevanan pêk tê, hate destpêkirin û li 15 gundên di navbera navçeyên Licê-Hezro-Karazê de berfireh dibin.

Li Amedê, ev bi salane li derdora navçeyên Licê-Pasûr-Hênê û Karazê bi haya leşker û cerdevanan esrar tên çandin. Piştî ku ev zeviyên esrarê di meha hezîranê de hatin çinîn û paletiya wê hate kirin, li herêmê operasyon hate destpêkirin.

Waliyê Amedê Mûstafa Topkran ragihand ku operasyon bi beşdariya 55 tîmên ji leşker, polîs û cerdevanan pêk tê, hate destpêkirin û li 15 gundên di navbera navçeyên Licê-Hezro-Karazê de berfireh dibin.

Hêjayê gotinê ye ku zeviyên esrar ji meha adarê û heta hezîranê tên dirûn û paletiya wê li ber çavên her kesê têne kirin.

Gundiyên navçeya Licê agahî dan ANF’ê û diyar kirin ku li sedan donum zeviyên li derdora qereqolan esrar û madeya wê ya xam kernewîra hindê tên şandin û beriya 20 rojan hemû hatine dirûn û birine navenda bajêr.